Gelê Qendîlê: Em ji biçûkan heta mezinan bi Efrînê re ne

Gelê Qendîlê, êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete şermezar kir.

Şêniyên Qendîlê ji ANF’ê re axivîn û dagirkeriya dewleta Tirk  a li ser Efrîn û Şehbayê şermezar kirin.

Eyşe Nebî ya li Qendîlê diyar kir ku, ew jî ji neçarî jiyana koçber dijî û divê mirov bersiveke tund bide van kesên ku zextê li gelê Kurd dikin. Nebî diyar kir ku, parastina Kantona Efrînê peywira her çar parçeyên Kurdistanê ye û got, "Mêtinger bêyî ku bibêjin ev ciwan e, ev kal e mirovên me dikujin. Divê mirov bersiveke tund bide vî tiştî û divê Kurd ji vê zilmê rizgar bibin. Ez vê êrîşa dewleta Tirk şermezar dikim."

Cemîle Ezîz jî got ku li hemberî êrîşan divê refleksên hevpar ên gelê Kurd hebe û diyar kir ev êrîşên hanê neheqiyeke mezin e. Ezîz got ku, "Efrîn bajarekî Kurdan ê di halê xwe de ye lê dixwazin zilmê li ser vî bajarî bikin. Ez vî tiştî şermezar dikim. Divê her çar parçeyê Kurdistanê bêdeng nemîne û di nava yekîtiyê de bersivê bidin vî tiştî."

Îbrahîm Muhammed jî got ku, "Ez li hemberî vê bêwijdaniyê gelekî aciz im. Em nikarin van êrîşan qebûl bikin. Divê Kurdistan bi hemû rê û metodan bersivê bidin van êrîşan."

Ciwanê bi navê Zana Selîm ê ji Qendîlê jî got, "Vê êrîşa li ser Rojava gelekî bi xetere ye. Ez van êrîşan şermezar dikim. Ji roja ku dewleta Tirk ava bûye, bûye dijminê gelê Kurd. Dewleta Tirk dixwaze bila Kurd tune be lê îradeya me ji gotinên wan xurttir e."

Zarokên bi navê Dilvîn û Dîna jî helbestên li ser hezkirina ji welat û Kurdistanê xwendin û û ev helbest diyarî zarokên Efrînê kirin.

Armanc Resûl jî diyar kir ku ev êrîşên li ser Efrînê berhema feraseta faşîst e û aciziyên xwe îfade kir. Resûl êrîş şermezar kir û got, "Em gelê Qendîlê diyar dikin ku, em piştgiriya gelê xwe yê Efrînê dikin."