Gelê Mêrdînê: Em mayînde ne wê qeyyûm biçin

Gelê Mêrdînê diyar kirin ku wê desteserkirina qeyyûm qebûl nekin û got “Em bi dil û can xebitîn, me îradeya xwe di sindoqê de da ber. Em mayînde ne, ew ê biçin.”

Eşref Mamedoglû yê ji Farqîna Amedê ye, her roj di çalakiyên Mêrdînê de ye. Mamedoglû dibêje ku “Divê mirov vê meseleya qeyyûman bi awayekî berfireh binirxîne. Ji avabûna komarê û heta niha li ser Kurdan asîmîlasyon hatibe ferzkirin, niha jî qeyyûm vî tiştî dikin. Dema qala qeyyûm tê kirin divê qetlîamên Qoçgirî, Dêrsim, Zîlan were bîra me. Heke em bi hemû aliyan nenirxînin, em ê fêm nekin ev qeyyûm çima hatine peywirdarkirin.

‘DIXWAZIN BÎRA ME JI HOLÊ RAKIN’

Ceylan, Ûgûr û gelek zarokên me yên din. Hemû parçeyekî qeyyûman in. Divê ji bo van tiştan hemûyan mirov têbikoşe. Wê demê ev têkoşîn wê bibe ya li hemberî qeyyûman. Şaredarî bi hemû xebat û xebatkarê xwe ji bo parastina çand û ziman jî di nav hewldanekê de bûn. Ji ber ku navê van zarokan dan hin cihan, qeyyûm hate peywirdarkirin.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Mîthat Kiran jî diyar kir ku qeyyûm tê wateya desteserkirina îradeya gelan û got “Ev biryar di warê qanûnî, hiqûqî û siyasî de tu bingeha wan tune. Bloka faşîst ji bo ku qelsîyên di nav xwe de biqedîne û polîtîkayên şaş ên bi welatên cîran veşêrin, qeyyûm wezîferdar kirine. Em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Em her roj li vê derê li ber xwe didin.”

'XWE DIXAPÎNIN'

Nazim Kok anî ziman ku aqlê qeyyûman, baweriya ku bi demokrasî û sandiqan hebû bi erdê re kiriye yek û wiha domand: “ji roja yekemîn a destpêkirina berxwedanan heta niha bi hevalên xwe re têdikoşim. Weke ku dibêjin tiştên bêusûlî çêbûne nîne em vê dizanin. Ewan hê ji beriya em dûbare bêne hilbijartin jî biriyareke wiha girtibûn. Nexwe esasnameya partiya me û dosyayên vê li holê ne. Qeyyûm diyardeya bêtehemuliya wan a li hemberî Kurdan e. Lê eger wisa dihizirin ku bi wî rengî dê bikarin me bixin bin fermanên xwe, xwe dixapînin.”

Rênas Savûş ku dibêje ji bo xwedî li pêşeroja xwe derkeve tevlê çalakiyê bûye diyar kir ku îro ew jî wekî hevalên xwe yên li wê derê ji bo ku xwedî li vîna xwe derkeve hatiye.

Savûş di devama axavtina xwe de got “ez wekî jin li wê derê me, wekî ferd û gel li wê derê me” û wiha pê de çû “ez ji ber dengê wujdana xwe dibihîzim û çawê xwe li neheqiya ku hatî kirin nagirim li wê derê me. ji bo ku pêşeroja xwe ji rehma hindekan re nehêlim hatim û berxwedidim. Her çiqasî ewan vîna me desteser kiribin jî lê emê ti wextî wana wekî rêveberekî wê bajarî nepejirînin. Ew yên çûnê ne lê em li wê derê mayînde ne. Divê her kesê xwedî wijdan li wê derê be.”

'BERXWEDANA ME BERDEWAM E'

Fazil Sariyer anî ziman ku qeyyûm, derbeyeke ku li vîna gel hatiye xistin û wiha domand: “ji roja ku qeyyûm sepandine em, parêzer, rêveberên navçeyê û gelê me bi hevre li wê derê berxwedidin. Ti hincetek li holê nîne ku qeyyûm werin pejirandin. Qeyyûm derbeyek li hemberî kedên ku me bi mehan ji bo serxistina hilbijartinan dabû ye. Me duh qebûl nekir emê îro jî qebûl nekin. Heta ku em carekedin xwe û rêveberiya bajarê xwe bidest nexin emê qadan neterikînin.”

Halîse Ceber jî got “em ê li ber xwe bidin. Pejirandin di karaktera me de nîne. Her roj me dişînin ser sandiqan û piştre jî bi hincetên cûrbecûr bijartiyên me ji şaredariyan diavêjin”. Ceber axavtina xwe domand û diyar kir: “yan nexe hilbijartinê yan jî madem dixî hilbijartinê wî çaxê yê ku rêvebibe ev e. Wate me qebûl nakin û tine dihesibînin. Em jî hene, rêveberên me jî hene. Ger pêwîst bike vê ew ji dengên me yên li kolanan bilind dibe me nas bikin. Me bi hemû hêza xwe xebat kir û vîna xwe di sandiqan de nîşan da. Çiqasê dixwazin bila qeyyûman bisepînin, lê wexta ku ew gele nexwazibe yê ku biçe dîsa dê ew bin. Em rê ne lê ew rêwî.”