‘Gelê me bi coş tevlê pîrozbahiyên Newroza îsal bibin’

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê peyama pîrozbahiya Newrozê da û bang li gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi coşeke şoreşgerî tevlê pîrozbahiya Newroza îsal bibin û şehîdên rêya azadiyê bi bîr bînin.

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya cejna Newrozê peyamek da. Di peyama komîteyê de ku bi berfirehî li ser wate û girîngiya dîrokî ya Newrozê û şehîdên ku di têkoşîna azadiyê gihîştine şehadetê nirxandin kiriye wiha didome;

“Em di dema hatina bihar û Newroza berxwedanê de ne, ev cejna kevnar ji bo Kurdan sembola berxwedan û têkoşînê li dijî zilm û dagirkeriyê ye. Bi vê boneyê em vê cejnê ji hemû gelê Kurd û bi taybetî malbatên hêja û serbilind ên şehîdên rêya azadiyê pîroz dikin. Ligel rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadî û rizgariyê em careke din tekez dikin ku heta pêkhatina armancên şehîdan ku avakirina civaka azadî û demokratîk e em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Ji hemû gelê me bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê dixwazin ku bi coşeke şoreşgerî tevlê pîrozbahiyên Newroza îsal bibin û şehîdên rêya azadiyê bi bîr bînin.”