Gelê Kurd li Silopiyayê li dijî êrîşên PDK’ê meşiyan

Êrîşên PDK’ê li navçeya Silopiyayê bi meşekê hate protesokirin. Polîs û leşkeran êrîş birin ser girseyê.

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên PDK'ê yên li Herêma Kurdistanê meşek tê lidarxistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED-TUHAD-FED), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatî tev li meşê bûn. 

Welatiyên ji navçeyan û bajarên derdorê hatin, li noxteya ku di têketina bajarok de hat avakirin ji GBT’ê re hatin derbaskirin. Bi sedan kesên pankarta “Em xiyanetê qebûl nakin, em ê destkeftiyên xwe biparêzin” vekirin bi dirûşmeya “Bimre xiyanet” ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan. Koma dest bi meşê kir, rastî êrişa leşker û polîsan hat. Di êrişa bi ava şid a ji TOMA’yan hate avêtin de gelek kes birîndar bûn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. 

 POLÎS-LEŞKER ÊRÎŞ KIR

Piştî êrişan girse careke din di nava kolanan de hate ba hev. Polîs û leşkeran vê carê di dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diaxivî, bi bombeyên gazê êrişî girseyê kir. 

Leşkeran xwest pankartê girseyê vekiribû desteser bike. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal ji bo pankart neyê desteserkirin li ber xwe da û pankart ji destê leşker derxist. 

LEŞKERÊN TIRK GEFA KUŞTINÊ XWARIN

Amirek leşkeran gefa kuştinê li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz xwar û hewl da bi kulman li Aydenîz bixe. Li ser vê yekê di navbera leşker û Aydenîz de gengeşî derket û leşkeran vê carê êrişî şêwirmendên parlamenteran kirin. 

'EV ÊRÎŞ TENÊ DI BERJEWENDIYA MALBATA BARZANÎ Û HEVKARÊN WAN DE NE’

Piştre girseyê daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji bo sînorên sûnî bêwate bikin hatine Silopiyayê û wiha axivî: "Lê belê dewletê bi awayekî hovane êrişî me kir. Van êrişan nîşan da ku ev 100 sal in çawa êriş li gelê Kurd tê kirin. Li dijî van êrişan tu dayik û welatiyekî gav paşde neavêt. Li gel hemû êrişan jî ev yek nîşan dan. Me îro careke din nêzîkatiya dewletê ya li destkeftiyên Kurdan dît. Lê me paşde gav neavêtin. Yek ji sedemên ku îro dewlet bi vî rengî êriş kir jî ew bû ku li dijî PDK'ê bertekên me asteng bikin. Ji vir em careke din bang dikin; Ev êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne. Ev êriş tenê di berjewendiya malbata Barzanî û hevkarên wan de ne.

Heke destkeftiyên kurdan bên parastin, divê berjewendiyên Kurdistanê li pêş bên girtin û parastin. Dema Hakan Fîdan çû Başur, me hemûyan dît ku êrişan çawa dest pê kir. Em ji vir careke din PDK'ê hişyar dikin. Divê helwesta dewleta tirk a di referandûma serxwebûnê, êrişên Efrîn û Serêkaniyê de neyê jibîrkirin. Çawa ku kurdan di pêvajoya Kerkûk û Kobanê de yekitiya xwe ava kirin, îro jî divê heman tiştî bikin."

Aydenîz ev bang li Barzanî kir: "Em ji vir gazî Mesût Baranî dikin, rol û mîsyona xwe bîne cih. Digot em birakujiyê naxwazin. Rewşa niha ne meseleya birakujiyê ye. Ev helwesta yek alî ya PDK'ê ye." 

Kêliya ku Aydenîz diaxivî leşkeran bi gazên îsotê carek din êriş kir. Piştî êrişê girse li nav taxan kom bûn. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan êrişan şermezar kir. Piştre girse belav bû.