'Gelê Kurd karwanê xwe yê yekîtiya neteweyî bi rê kir'

Hevserokê KNK'ê Rêbuwar Reşîd, xebatên li ser yekîtiya neteweyî nirxand û got, gelê Kurd karwanê xwe yê yekîtiya neteweyî bi rê kir, partiyên siyasî jî divê tevlî vî karwanî bibin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rêbuwar Reşîd, têkildarî xebatên xwe yên li ser yekîtiya neteweyî ji ANF'ê re axivî.

Reşîd bibîr xist, ku KNK ev 19 sal in ji bo yekîtiya neteweyî dixebite û got, "Ji yekîtiya neteweyî du mexsedên me hene. Ya yekemîn; yekîtiya nava gelê Kurd. Yanî yekîtiya Îlam, Kirmanşan, Amed, Hewlêr, Silêmanî û Qamişlo ye. Pêvajoya ji bo yekîtiya gelê me di salên dawî de xurt bû. Gelê me bi vê armancê, ewladên xwe yên herî hêja û bijarde dijîne nava refên şoreşê. Ne xem e ku li kîjan çiyayî têdikoşe. Ya girîng ji bo gel ew e ku ewladê wan ji bo Kurdistanê têdikoşin. Gelê me bi vî rengî yekîtiya xwe pêk aniye. Ya duyemîn jî; yekîtiya nava partiyên siyasî ye. Mixabin li pêşberî vî ruhê yekîtiyê yê gelê me, yekîtiya partiyên siyasî qels e."

Rêbuwar Reşîd bal kişand ser hevdîtinên heyetên wan bi partiyên siyasî re û anî ziman, ku heta niha ti ji partiyên siyasî bersiveke neyînî nedaye wan, berevajî vê, bersivên erênî dane. Reşîd got, "Ne tenê partiyên siyasî, her wiha rûspiyan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û gel jî bi rengekî gelekî erênî nêz dibin. Em ê di vî karê xwe de bibînin bê di pratîkê de wê çawa be."

Li ser bendewariya ji şêwra li Silêmanî bê kirin Hevserokê KNK'ê Reşîd wiha axivî: "Ji roja avabûnê û vir ve me her tim got, dermanê derê gelê Kurd pêkhatina yekîtiya neteweyî ye. Em dibêjin, bi yekîtiya neteweyî re em dikarin hemû hêza gelê xwe bixin nava liv û tevgerê. Yanî bi hêza hevpar a civakê, jin, ciwan û hêza pispor em dikarin tevbigerin. Em dixwazin van hêzan bixin xizmeta berjewendiyên neteweyî. Lê di vir de armanca me ya sereke û bendewariya me ew e ku em pirsgirêkên li pêşiya vê hêzê dibin asteng, ji holê rakin. Em kar wê her wiha bibe afirandina zemîna kongreya neteweyî. Yanî karekî li ser rê û rêbazên pêkanîna kongreya neteweyî ye."

GELÊ KURD BÛYE YEK, NIHA JÎ VÊ YEKÎTIYÊ JI PARTIYÊN SIYASÎ DIXWAZE

Di dewama axaftina xwe de Reşîd destnîşan kir, ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanên êdî ji aliyê hestan ve bûye yek û got, "Niha jî vê yekîtiyê ji partiyên siyasî dixwaze. Bi dîtina min, partiya siyasî ya vê yekîtiyê red bike, wê neheqiyê li xwe bike. Ji ber, ku gelê Kurd ji xwe yekîtiya xwe pêk aniye û bûye pêşeng ji partiyên xwe re. Gelê Kurd dema yekîtiya xwe dike, li berjewendiyên xwe yên şexsî nafikire. Bextewariya giştî û aramiya çar parçeyan dixwaze. Em dixwazin hemû partî tevlî vê pêvajoyê bibin. Hinek tevlî nebe jî, em ê vî karwanê yekîtiyê yê gelê me bi rê kiriye, nesekinînin. Ji xwe gelê me biryara xwe ya yekîtiyê daye û bi rê ketiye. Ya ku dikeve ser milê partiyên Kurd, tevlîbûna li nava vî karwanî ye. Lê belê gelê Kurd wê ji aliyê siyasî ve ji partî û hêza siyasî ya xwe nade ber yekîtiya neteweyî, sedemê jê bipirse.

ŞOREŞA ROJAVA LEZÊ DIDE XEBATÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Têkildarî cudahiya şert û mercên karê sala 2013'an û yê îro de Reşîd got, "Em dibînin ku cudahiya nêrînan hêdî hêdî kêm dibin. Mînak; pêşketin û destketiyên li Rojava girîngiya yekîtiya neteweyî careke din nîşanî her kesî da. Şoreşa Rojava faktoreke ku yekîtiya neteweyî hê bi lez dike. Gelê me li wê derê rojane berdêlan dide. Hema hema her roj li wê derê şehîdên gelê me çêdibin. Ev hemû yekîtiya me xurt dikin û girîngiya wê careke din radixe pêş çavan. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî rewşên xweser hene.

Mesela; Kurdeke/î ku zarokê xwe li Kirmanşanê, li Başûr, li Rojava ya jî li Bakur tevlî şoreşê dike, wezîfeyekê datîne ser milê hêzên siyasî. Ji ber vê yekê, her hêzeke siyasî ku dibêje ew ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe, neçar e ku li gorî vê wezîfeyê tevbigere."

BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ WÊ BERSIVA HERÎ BAŞ JI HÊZÊN DAGIRKER RE BÊ DAYIN

Rêbuwar Reşîd destnîşan kir, ku KNK weke karekî stratejîk li hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî dinere û got, "Di nava şert û mercên heyî de pêwîste bersiv ji dijmin re bê dayin. Bi taybetî divê bersiv ji dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê re bê dayin. Berisva herî baş jî wê yekîtiya neteweyî ye."