‘Gelê Kurd 16’ê Nîsanê wê hesabê bajarên ku hatine kavilkirin bipirse’

Di nav çarçoweya kampanyaya ‘Na’ de li Riha, Îzmîr û Êlihê civên gel hatin lidarxistrin.

Di civînên ‘’NA’ de, hate diyarkirin ku 16’ê Nîsanê wê Kurd hesabê bajarên xwe yên ku hatin kavilkirin bipirsin.

Di nav vê çarwoyê de li Îzmîr, Riha û Êlihê civînên gel hatin lidarxistin.

‘MEKANÎKA DARBEYÊ LI DIJÎ SAZIYÊ ME YE’

Li Îzmîrê Wekîlên HDP’ê yê Îzmîrê Muslum dogan axivî û got, ‘Mekanîka darbeyê ti caran ev çend xurt nebûbû. Ev mekanîka darbeyê jî li dijî saziyê me ye ku me bi berdêlan bi dest ve anîbûn.’’ Musul bi berdewamî got di referandûmê de ew ê li dijî dîktatoriyê bibêjin, ‘Na’.

Li Elihê jî bi bi pêşengiya KCD’’ê DBP’ê û HDP’ê, TJA’yê xebatên kampanyaya ‘na’ hatin kirin.

Di civîna gel de ji ber beşdariya gel cih di salonê de nema. Di civînê Alîkarê Hevserokê Giştî Mehmet Aslan, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn.

‘WÊ HESABÊN BAJARÊN KU HATIN KAVILKIRIN WERE PIRSÎN’

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan di civînê de axivî û got, ‘’16’ê Nîsanê di referandûmê de gelê Kurd wê hesabê bajarên Kurdistanê yên ku hatin kavilkirin bipirse. Aslan bi berdewamî got, ‘’hin navendên gemarî boykotê dixin rojevê dixwazin hişê civakê tevlî hev bikin. Gelê me wê biçe ser sendoqê û neyê van lîstian.

Seokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî got,’’ Mebesta vê pakêta guherîna destûrê ew e ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê cezayê sûcê van du salan nedin û bi mebesta xweparastinê wan e.’’

RIHA

‘EM Ê JI DÎKTATORIYÊ RE, JI TECRÎDÊ RE BIBÊJIN NA’

Li Rihayê bi tevlêbûna Wekîl Altan Tan, Hevseroka KCD’Ê Leyla Guven, Hevserokê DBP’ê Salih Yildiz ,û gelek rêveberan civîn pêk hat.

Leyla Guven di civînê de axivî û got, ‘Sîstema Seroktiyê sîstema dîktatoriya yekzilamî ye. Em Kurd, kesên ku dixwazin di nav cografyayeke demokratîk de bijîn, di referandûmê de ji bo Cizîrê, Enqerê, Pirsûsê bibêjin ‘na’. Em ê bibêjin Na û em ê zexta li Kurdistanê, Tirkiyê ya li ser jin, kedkar, nûçegihanan rakin.’’