BI DÎMEN

Gelê Duz Xurmatû: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê

Şêniyên bajarê Duz Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin, ku divê mutabaqata hêzên Heşdî Şebî û pêşmergeyan a piştî şer hat îmzekirin, bibe çareseriyeke adîl. Gel ji polîtîkayên şaş ên PDK'ê jî nerazî ye.

Şêniyên bajarê Duz Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin, ku divê mutabaqata hêzên Heşdî Şebî û pêşmergeyan a piştî şer hat îmzekirin, bibe çareseriyeke adîl. Gel ji polîtîkayên şaş ên PDK'ê jî nerazî ye.

Ji şêniyên Duz Xurmatû Fehmî Abdullah, krîza aboriyê, karên nelirê û şerê li herêmê diqewime ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, krîza aboriyê ji ber polîtîkayên şaş û nelirêtiyê rû daye. Abdullah da xuyakirin, ku yên dibin xwedî erk, dev ji edalet û heqaniyetê berdidin û got, "Ciwanên me nikarin bixebitin, hatineyên gelek ciwanan nîne û çavên wan li derketina derve ye. Ji ber ku ji rêyên qaçax diçin di deryayê de dixeniqin. Li aliyê din Parlamenta Kurdistanê ji ber PDK'ê nikare bicive. Dijminên me yên van qelsiyan dibînin, êrîşî me dikin. Beriya niha bi demekê Heşdî Şebî li Duz Xurmatû êrîşî welatiyên Kurd kirin."

Abdullah bal kişand ser polîtîkayên şaş ên PDK'ê û destnîşan kir, ku dijminatiya li Rojava û Bakurê Kurdistanê tê kirin, bi ti awayî bi kêrî Kurdan nayê.

'DIVÊ DERHAL ÇAREYEK BÊ DÎTIN'

Şêniyên navçeya Daqoqê jî dan xuyakirin, ku divê şerê li Duz Xurmatû tavilê çareser bibe. Şêniyên navçeyê diyar kirin, pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn di parastina welêt de fedekariyeke mezin kirine û destnîşan kirin, ku divê berpirsyar derhal ji vê pirsgirêkê re çareseriyeke adîl bibînin. Gel ev mesaj da: "Daqoq heta niha cihekî aram e, lê eger ev pirsgirêkên li Duzê neyên çareserkirin, dibe ku heman pirsgirêk li vir jî der bibe. Em jî bi birayên xwe yên pêşmerge re ne. heta nefesa xwe ya dawiyê em ê nehêlin welatê me bê dagirkriin. Me ti carî destûr nedan zaliman. Welatê me pîroz e, di berdêla canê xwe de em ê wê biparêzin."

'AMÎR QEBÛL BIKIN JÎ EM Ê DESTÛRÊ NEDIN'

Yek ji endamên hêza Duz Xurmatû diparêze Ridwan Ezîz jî da xuyakirin, ku ew ê hewldanên li dijî gel tên kirin ji nedîtî ve neyên û diyar kir, yên êrîşî gelê Kurd ên li Duz Xurmatû dikin dewleta Tirk û Heşdî Şebî ne. Ezîz got, "Heşdî Şebî ya ne diyar e kî ye û ji ku hatiye êrîşî gelê me yê li Duz dike. Weke pêşmerge em ê destûrê nedin vê yekê. Amîr vê qebûl bikin jî em pêşmerge û gelê Duzê vê qebûl nakin. Di şer de me şehîd dan. Ev gelekî bi zora me diçe. Înşaleh wê xwîna hatiye rijandin belasebep nebe."