Gelê Bînarê Qendîlê ji bo Efrînê li ser piyan e
Gelê Binarê Qendîlê bi pêşengtiya RJAK’ê ji bo berxwedana Efrînê ya Serdemê meşeke girseyî li dar xist û berxwedana serdemê silav kir.
Gelê Binarê Qendîlê bi pêşengtiya RJAK’ê ji bo berxwedana Efrînê ya Serdemê meşeke girseyî li dar xist û berxwedana serdemê silav kir.
Gelê Binarê Qendîlê ev bi rojan e ji bo Berxwedana Serdemê Li ser piyan e. Şêniyên Binarê Qendîlê di rojên derbasbûyî de bi daxuyaniyan piştgirî dabûn Berxwedana Efrînê. Îro jî bi pêşengtiya RJAK’ê meşekî girseyî pêk anîn û berxwedana Efrînê ya Serdemê silav kirin.
Gele Binarê Efrînê îro saet 01:00’an li ber nexweşxaneya gel kom bûn û dest bi meşê kirin. Girse heta heta rêya Zergelê meşiya. Çalakvanan li wir daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama RJAK’ê Lavan Mûstefa ve hat xwendin, wiha hat gotin;
“Wek tê zanîn dijminê Kurdan li her derê êrîşê nirx û destkeftiyên gele Kurd dikin. Bi taybet şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyeyê ya ku ji bo Rojhilata Navîn bûye hêviyek mezin û destkeftiyên mezin bi dest xistiye, dewleta Tirk êrîşê van destkeftiyan dike. Herî dawî dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi hemû teknîkên xwe li hember Efrînê dest bi êrîşê kiriye û sîvîlan dike hedef.”
Di berdewama daxuyaniyê de helwesta Rûsya û êrîşên dewleta Tirk jî hatin şermezarkirin û wiha hat gotin; “Rusya destûr daye dewleta Tirk da ku êrîşê Efrînê bike, em weke gelê Binarê Qendîlê hevkariya wan a li dijî Efrînê şermezar dikin, em li gel gelê berxwedêr ê Efrînê ne û wê Efrîn ji dagirkeriyê re serî netewîne.”
Di dawî de jî rojnamevanê ROJ NEWS’ê yê Qeladizê Sabîr Abdûllah jî li ser navê Sendikayên Rojnamevanên Başûr dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û da zanîn ku ew li gel berxwedaniya Serdemê ya gelê Efrînê ne.
Çalakî bi dirûşmeyên; ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Qendîl warê me, Efrîn dilê me’ û ‘terorîst Erdogan’ bi dawî bû.