Gelê Başûrê Kurdistanê: Tirkiyeyê aramiya me xera kir

Gelê Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna dewleta Tirk a li Başûr gelekî aciz e û diyar dike ku Tirkiye Başûr dagir dike.

Gelê li gundên Başûrê Kurdistanê diyar dike ku ew naxwaze artêşa Tirk a dagirker li ser axa wan hebe. Gel dibêje “Em aramiya xwe ya berî hatina dewleta Tirk dixwazin. Em şer naxwazin, ew dixwazin me bi zor bide şerkirin. Em êdî nikarin gavekê biavêjin gund, bajar û çiyayên xwe. Em nikarin qala fikra xwe bikin. Em ji hemû Kurdan hez dikin û naxwazin Kurd li dijî hev şer bikin.

‘JI BER KU KESÊN DIN DIXWAZIN, EM LI DIJÎ HEV ŞER DIKIN!’

Ewqasî xwîn rijiya, ka bi kêrî çi hat? Em bi tenê hev dikujin. Ji ber ku kesên dixwazin, em li dijî hev şer dikin. Bila Kurd êdî ji xwe re bi aqil bin, bila li dijî hev şer nekin. Em berê diçûn çiyayan, em diçûn êzing, guhîşk û simaqê, me wisa li zarokên xwe dinihêrî. Niha em newêrin biçin çiyayan. Hinek jê destûrê distînin ji hikumetê yan jî ji kesên din. Ji bo ku em biçin çiyayên xwe em ê destûrê ji dijminên xwe nestînin. Em ditirsin ku şer pêk were, lê em ji kesên din natirsin. Ev gel gelekî hêrs bûye. Rojnameger jî tên girtin, qaşo ew azad in ku nûçeyan çêbikin lê li Başûrê Kurdistanê tiştekî wisa nemaye. Li Duhokê gelek kes hatine revandin, wê çawa be?”

‘EM NAXWAZIN TIRKIYE LI VIR BE’

Gelê Başûrê Kurdistanê diyar kir ku gelek malbat hene û ew piştgiriyê didin partiyên cihê û gotin, “Li her malekê gelek partî hene. Hinek piştgiriyê didin PDK’ê, hinek piştgiriyê didin YNK’ê û hinek jî piştgiriyê didin Goranê, hinek jê jî piştgiriyê didin siyaseta PKK’ê. Lê hemû Kurd in. Hestên neteweyî hene. Di şerê Serêkaniyê de di televîzyonê de me zarokek dît ku bedena wî şewitiye. Em bi saetan giriyan. Me got çima qedera Kurdan wisa e. Ji xeynî hestên neteweyî gelek tiştk hene ku me bi hev girêdide, em ê çawa şer bikin? Ev ciwan bi salan e li çiyayan e, ez ê çawa rahêlim çekê û li wan bidim! Me nanê wan xwar, ava wan vexwar. Em şer naxwazin. Bila Tirkiye biçe, li ku derê şer dike bila bike. Em li Kurdistanê wan naxwazin.”