Gelê Başûr: Divê hikûmet li dijî êrîşên Tirk helwesta xwe zelal bike!

Welatiyên herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ku li ser sînorê Başûrê Kurdistnaê şermezar kir in û gotin: “Divê hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan helweta xwe zelal bike.”

Welatiyan Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û helwesta Hikûmeta Herêmê ya li beramber êrîşan jî nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Li herêma ku êrîş hate kirin ti hêzên leşkerî nîne û hemû welatiyên sivîl in.”

‘DAXUYANIYÊN HIKÛMETÊ XIZMETA DIJMIN DIKE’

Jina bi navê Destîna Xelîl êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bal kişand ser helwestan hikûmeta Herêma Kurdistanê û got: “Di serî de vê êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatî kirin û di encamê de welatiyên sivîl şehîd bûn şermezar dikim Hikûmeta Herêma Kurdistanê li şûna ku li dijî vê êrîşê nerazîbûn nîşan bide û rê nede ku dewleta Tirk xaka me dagir bike, bikaranîna daxuyaniyên hatin dayîn, dikeve xizmeta dijminên Kurdan.”

‘HER XWÎNA KURDEKÊ BIRIJE, ÊŞA WÊ EV GEL DIKIŞÎNE’

 Xelîl bal kişand ser daxuyaniya hikûmetê ya ku dibêje bila gerîla ji herêmê derkeve û got: “Hikûmet dibêje bila gerîla ji herêmê derkevin , ez jî li vir dibêjim; gerîla jî Kurd e, em jî Kurdin. Li ser vê xakê her xwîna Kurdekê birije êşa wê ev gel ev welat dikişîne. Mixabin hikûmeta Kurdisatê li şûna ku helwestekî zelal raber bike, bikaranîa gotinê wiha mirov têşîne.”

‘DI HER ÊRÎŞEKÊ DE WELATIYÊN SIVÎL ŞEHÎD Û BIRÎNDAR DIBIN’

Welatıyê din ê bi navê Îsmaîl Qendîl jî qala êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser herêmên li ser sînorê xaka Başûrê Kurdistanê kir û got: “Carekî din artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer Dola Balayan bi dijwarî bomberdûman kir.Mixabin di vê êrîşa hewayî de 4 ciwan şehîd bûn. Ev êrîş ne êrîşa yekem û ne jî ya duyem û sêyemîn a dewleta Tirk a dagirker e. Di encama her êrîşeke ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê de welatiyên sivîl şehîd û birîndar dibin.”

‘TI HÊZÊN LEŞKERÎ LI HERÊMÊ NÎNE’

Xelîl bal kişan ser welatiyên sivîl ên di encama bomberdûmanên artêşa Tirk de şehîd bûne û îdîayên hikûmetê yên ku dibêjin hêzên leşkerî li herêmê hene û got: “Li herêmên ku hatin bombe kirin, hemû sivîl û welatiyên gundên herêmê lê dijîn. Ti hêzeke leşkerî li vê herêmê nîne. Welatiyên li ser gundê xwe û baxên xwe dijîn hene. Ez vê êrîşa hov a deweleta Tirk mehkûm û şermezar dikim. Bang li hêzên navneteweyî dikim ku sînorekê ji bo artêşa Tirk a dagirker dane ku welatiyên sivîl neyên qetilkirin û birîndarkirin. Di encam van hemû bomberdûman de tenê welatiyên sivîl ziyan dibînin, şehîd û birîndar dibin. Êdî bes e.”