Gelê Amedê berê xwe dide Parka Newrozê

Li Amedê bi sed hezaran kes ber bi Parka Newrozê ve diherikin. Pîrozbahî wê saet 11'an dest pê bike.

Qada Newrozê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Li çar aliyên qad pankartên bi nivîsa "Newroz pîroz be" ya bi zaravayên Kurdî û zimanên cuda hatin daliqandin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Îradeya gel nikare bê desteserkirin", "Rewş bi vî rengî nameşe, jin wê destûrê nedin", "Faşîzm wê têk biçe, gel wê bi ser bikevin" hatin vekirin.

Destpêkê jin û xwendekar ketin qada Newrozê. Li qadê dengê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" tê. Hejmara girseya gel kêlî bi kêlî zêde dibe.

Pîrozbahî wê saet 11'an bi rengekî fermî dest pê bike. Destpêkê wê bi navê Komîteya Amadekar daxuyanî bê dayin. Piştre wê bi dorê Hevserokê KCD'ê Berdan Öztürk biaxive, agirê Newrozê bê dadan, nameyên hatine bên xwendin, Xêra Ebbas derkeve ser dikê, nûnerên DDKD, ÖSP û HAK-PAR'ê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan biaxivin. Wekî din wê Badista konserê bide, peyama Platforma Sûrê bê xwendin, siyasetmedarê Kurd Ahmet Türk biaxive û Helîmê Omerî derkeve ser dikê.