Gelê Şirnexê: Em naxwazin bikevin hundirê darbestên TOKÎ

Li Şirnexê, ji 14'ê Adara 2016'an heta 14'ê Mijdara 2016'an di dema 'qedexeya derketina derve' de zêdeyî 70 ji sedî yê bajêr ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû xerakirin û bi dehan mirov hatibûn kuştin.

Di encama 'qedexeya derketina derve' ya 246 rojî de, di serî de taxên Gazîpaşa, Yeşîlyûrt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cûmhûriyet, Bahçelîevler û Yenî 70 ji sedî yê Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû xerakirin. Gelek xanî bi tank û topên hêzên dewletê hatibûn xerakirin, bi hezaran xanî jî piştî qedexeyê hatibûn hilweşandin. Zêdeyî 300 xanî jî tevî ku rapora 'qewîn e' ji wan re hate dayin jî, hatibûn xerakirin.

Ji bo TOKÎ li ser vî xirbeyî dest bi înşaetê bike, polîs, zabite û tîmên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê zext li gel kirin ku xaniyên mayî jî vala bikin. Şêniyên Şirnexê ku avahiyên TOKÎ qebûl nakin dibêjin, wê heta dawiyê mafê xwe biparêzin.

'HEWL DIDIN ME BI SAXÎ TÊXIN GORA JÊ RE TOKÎ TÊ GOTIN'

Şirnexî dibêjin, "Em Kurd ji malbatên qelebalix pêk tên. Li her malê hema bêjin herî kêm 10 kes hene. Ji ber vê yekê em xaniyên ku li ser erdê xwe lê dikin, mezin û fireh çêdikin. Her odeyeke xaniyên me bi qasî daîreyeke TOKÎ ye. Rabûne daîreyên bi qasî odeyeke me lê kirine. Dixwazin ku malbatekê li daîreya bi qasî odeyekê mezin e bi cih bikin û taxe jî li avahiyekê. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Kuştina me li ser axa me têra wan nekiriye, niha jî hewl didin me bi saxî tên darbestên navê TOKÎ lê kirine."

'DIXWAZIN JIYANA LI GORÎ DILÊ XWE LI SER ME FERZ BIKIN'

Şirnexî dibêjin ku bi rengekî adîl bersiv ji zerara li wan hatiye kirin nehatiye dain û destnîşan dikin, ku li gel êşa bi wan hatiye kişandin, niha jî dewlet dixwaze wan li nava TOKÎ heps bike. Şirnexî dibêjin: "Piraniya me li Şirnexê esnaf bûn. Em xwedî kar bûn. Dikanên me xera bûn, bersiv ji zerar û ziyana li me bû nehate dayin. Em nikarin ti karî bikin. Piraniya me niha bê kar in. Em hem ji dikanên xwe hem jî ji xaniyên xwe bûn. Em sibehan radibin diçin li xanî û dikanên xwe yên hatine hilweşandin dinerin. Em nizanin bê çi bikin. Weke ku tê dîtin, bi vê înaşetê dixwazin me talan bikin û jiyana li gorî dilê xwe li ser me ferz bikin. Em ê vê rewşê qebûl nekin û heta dawiyê mafê xwe biparêzin."

BI TANKAN BAJARÊ ME XERA KIRIN!

Şirnexiyan wiha dewam kirin: "Avahiyên di ser 10 qatî re tên çêkirin. Ev avahî ji dema pêwîst zûtir hatin lêkirin. Nepêkane ku di demeke ewçend kin de avahiyên ewqasî bilind bên çêkirin. Dema ku mirov ji nêz ve lê dinerin, sedema wê dibînin. Avahî bê baldarî hatine lêkirin. Stûnên gelek ji wan xwar in. Malzemeyên ku di lêkirinê de bi kar anîne, me ditirsîne. Dewlet ji xwe qîmetê nade me Kurdan."

Şirnexiyan anîn ziman, ku ti qîmetê wan li ber çavê dewletê nîne û gotin, "Bajarê me bi tankan xera kir. Qeyûm li şaredariya me bi cih kir û niha jî radibin dibêjin deynê xwe yê av û emlaqê bikin. Qala deynê emlaqê yê xaniyên xera kirine dikin. Ev dewlet bi vî rengî nêzî me dibe. Xaniyê me xera bû, em ketin bin deynan û hê jî li mala me eşyayekî me nîne. Em ê ti carî van tiştên ku dewletê bi me da kişandin ji bîr nekin. Em ê ti carî dest ji mafê xwe bernedin."