Gelê Şehbayê ji dewleta Tirk gelekî aciz û bi hêrs e

Piştî Peymana Astana, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê zêde bûn. Gelê sivîl ê Şehbayê, ku dibe armanca van êrîşan, bi bêzar û bi hêrs e.

Dewleta Tirk, ji 24'ê Tebaxa 2016'an roja destpêkirina dagirkirina hin herêmên Bakurê Sûriyeyê û vir ve, êrîşî gelê sivîl ê li Şehbayê dike û komkujiyan dike.

Piştî Peymana Astanayê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên rizgarkirî yên Şehbayê, bi taybetî li ser gund û bajarokên Şêx Îsa, Til Rifat, gundên Ûmhoş û Eyn Dakka zêde bûn.

Ji Tirkmenên Til Rifatê Nûrî Akman qala van êrîşan kir û got, "Em vê hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi ti awayî qebûl nakin. Li dijî her şêwe êrîşan, em ê li ser axa xwe bimînin û jiyana xwe ya azad biparêzin."

'BI DAGIRKIRINA CERABLÛSÊ RE DEST BI ÊRÎŞÊ KIRIN'

Akman got, "Ji xwe, dema ku dewleta Tirk li Cerablûs û Şehbayê bi pêş ve çû, DAIŞ'ê ev der ji wan re hişt. Beşek ji çeteyên DAIŞ'ê riya xwe qusand û ya bû leşkerên Tirk ya jî bû çeteyên Mertala Firatê. Êrîşî herêmên me kirin. Piştî ku dewleta Tirk kete nava Cerablûsê, Til Rifat a ku ez jî lê dijîm di navê de bi çekên giran êrîş li herêmên me hatin kirin.

Ti cudahî nexistin navbera leşker û sivîlan; yekser bombe barandin. Ji ber van êrîşan zeviyên me, malên me zerareke mezin dîtin. Gelek xanî xera bûn. Bi qasî 600 mirovên me birîndar bûn. Û ev hemû jî sivîl bûn."

'DI NAVA 2 ROJAN DE 50 FUZE AVÊTIN HERÊMA ME'

Akman diyar kir, roja 6'ê Gulanê piştî eşkerekirina Peymana Astanayê, êrîşên hêzên dagirker ên Tirk li dijî herêmên me zêde bûn û got, "Di van rojên dawî de timî êrîş tê kirin. Berê jî êrîş hebûn. Carna her roj, carna jî çend rojan carekê bomberdûman dihate kirin. Çend rojan carekê 2-10 fuzel li herêmên me diket. Lê belê di nava du rojên dawî de 50 fuze li herêma me ket. Bi taybetî êrîş li ser Til Rifat, Eyn Daqna, Maranez û Sedê zêde bûne."

'EM DAGIRKERIYA TIRK TI CARÎ QEBÛL NAKIN'

Akman bibîr xist, li herêmên mîna Til Rifatê yên hatine rizgarkirin û dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk, Kurd, Ereb, Tirkmen bi hev re di nava xwişk-biratiyê de dijîn û got, dewleta Tirk dixwaze vê yekê xera bike.

Akman wiha dewam kir:

"Berê çeteyên artêşa azad hebûn. Îşkence hebû; azadî û kar tine bû. Petrol tine bû. Dizî û destavêtin zêde bû. Çeteyên artêşa azad û ev çeteyên ji nava gelê Til Rifat tevlî wan bûn, zerar û zilmeke mezin li me hate kirin. Em DAIŞ'ê jî, artêşa azad jî, hemû hêzên ji wan re firata mertalê dibêjin nas dikin.

Dema ku çeteyên artêşa azad li vir bûn, hin ji nava me bi dolaran xapandin û tevlî xwe kirin. Lê belê ev hejmareke gelekî kêm bû. Niha jî dewleta Tirk tevî wan li hemberî me sekiniye û êrîşî me dike. Lê belê em van êrîşên dewleta Tirk ti carî qebûl nakin. Em ê axa xwe û jiyana xwe biparêzin."

'EM Ê DEST JI HERÊMÊN XWE YÊN AZAD BERNEDIN, EM Ê BIPARÊZIN'

Nûrî Akman destnîşan kir, ku piştî hêzên QSD'ê Til Rifat rizgar kirin, ew kêfxweş bûn û herî dawî got, "Piştî ku gundên me, bajarokên me hatin rizgarkirin em hemû gelên li herêmê bi hev re jiyan. Elektrîk û petrol hate peydakirin. Bûyerên dizî û destavêtinê sekinîn. Weke mirov me ji nû ve nefes girt. Niha jî di bin sîwana Meclîsa Demokratîk a Şehbayê de em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Me komun ava kirin. Weke gel em dixwazin li ser axa xwe bi rengekî azad bijîn.

Wekî din, ji herêmên din ên Şehbayê bi taybetî ji Babê mirovên Kurd, Ereb û Tirkmen koç dikin û tên herêmên rizgarkirî. Weke gelê vê derê em hewl didin bi derfetên xwe pêşwaziya wan bikin. Ez bang li cîhanê dikim; dewleta Tirk û çeteyên wê hov in, li her devera diçin wê derê, jiyan lê namîne. Ji bo berjewendiyên xwe destûrê didin êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Ji bo jiyana bi rengekî azad li ser axa xwe, çi ji destê me were em ê bikin. Em ê li ser axa xwe bimînin û jiyana xwe ya azad biparêzin."