‘Gel û gerîla wê dijmin têk bibe’

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Rojhilat bal kişand ser berxwedana gel û gerîla ya li dijî êrîşên qirker û dagirker ên li Kurdistanê û got: “Eger gel û Gerîla bibe yek wê ti hêz nikare welatê me dagir bike.”

Gerîllayê HPG Çekdar Rojhat li ser berxwdana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û girîngiya hevrêziya gel û gerîla nirxand.

Rojhat bal kişand ser êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a li Heftanînê tê kirin û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya ku îro li Kurdistanê û bi taybet li heftanînê pêk tînê, êrîşekî pir dijware ku ne mumkine çi artêşekî li hember wê li ber xwe bide. Lê gerîla isbat kir ku dikare li hember teknolojiya herî dijwar xwe biparêze û çalakiyên xwe lidar bixe. Her kes mat maye ka çawa gerîla dikare di bin ewqas bomberdûmanên dijwar de rabe ser xwe û bi ser dijmin ve biçe. Ango gerîla ne hêzekî ji rêzê ye. ”

‘GERÎLA HÊZA HÊVIYA GELANE’

Gerîla Çekdar Rojhat qala rola gerîla ji bo gelê Kurdistanê û wiha anî ziman: “Artêşa gerîla artêşekî wisa ku ji yek kesî destpê kir û niha bi hezaran şervan li serî van çiyan tekoşîn dikin. Bi milyonan mirov piştgirî didin gerîla. Gerîla bûye hêza hêviyê ji gelên heremê tevahî re. Ji ber vê yekê çiqas derfet kêmbin jî em ji bo xwedî derketina gelê Kurdistan her tîştî didin ber çavên xwe. Ta ku xewn û xeyalên şehîdan û gelê xwe bi cih bînin ”

‘BI RUHÊ ŞEHÎDAN GERÎLA LI BERXWEDIDE’

Rojhat bi domdarî got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe yên teknîkî bi ser herêma Heftanîn ve tê, bi sedan car herêm bomberdûman dike. Rojek nîne ku êrîşên hewayî rawestin, wisa lêdide ku erdnîgariya heftanînê tê guhertin. lê gerîlayên azadiya Kurdistan bi ruhekî fedayî, bi ruê Esmeran, Memyanan, Nûcanan, Rusteman û Şoreşgeran li ber xwe dide û derbên mezin li dagirkeran dide. Li Heftanînê berxwedanekî destanî tê kirin. Bi rojan di nav dijmin de mayîn, bê xwerin, vexwerin û bê xew, lê dîsa ruhê êrîşê û li dijmin xistin di astekî herî jor de dewam dike. Ev sekna ku tê raber kirin hêzekî dide mirov ku hîn zêdetir biçe ser dijmin. ”

‘EM Ê HER LI KÊLEK GELÊ XWE BIN’

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Rojhat bal kişand ser şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker û wiha pêde çû: “Niha dewleta Tirk pala xwe dide şerê pîskolojî ya teybet, ev şer li ser Rêber Apo di serî de tê meşandin, li ser gel, gerîla, û her tiştê ku bêhna Kurdîniyê jê tê ji bo wan hedef e. Lê em gerîla vî şerê wan vala derbixin û bişkînin. Pêwîste gelê me jî guh nede polîtîkayên dijmin û hevkarên wê, ji gefên wan netirse. Li kû derê dibe bila bibe em ê her kêlek gelê xwe bin.”

‘GELÊ BAŞÛR GELEKÎ WELATPARÊZ E’

Rojhat li ser gelê Başûr jî ev nirxandin kir: “Gelê me yê Başûrê Kurdistanê û bi taybet yên ku li derdorî herêma Heftanîn dijîn, bi xwe dibînin ku berxwedaniyekî çawa tê raber kirin. Ji bo vê pêwîste piştgiriya gerîla bi awayekî xurtir bike. Ew bi xwe dibin şahîd ka gerîla çawa li ber xwe dide; dibînin ku ev dagirkerî ne tenê bû gerîla êrîşên xwe pêk tîne, lê belê ji bo tevahî gelê Kurd êrîşên xwe dike. Ji xwe gelê Başûr gelekî welatparêz û bi dîroka xwe ya berxwedanê tên naskirin. Em jî gerîla bi yekbûna me bi gel re hîn bi hêztir bibin û heta ku gerîla hebe wê dagirkirina axa welatê me ji bo dijmin xwen be.”