Gel li Wanê bi govend û ronahiyan Newroz pîroz kir

Ji ber şewba koronavîrusê bernameya Newrozê hatibû betalkirin. Gel derket şaneşîn û banan û bi çepik û tilîlîyan Newroz pîroz kir.

Ji ber şewba koronavîrusê ya ku li hemû dinyayê belav bûye, HDP’ê îsal pîrozbahiyên Newrozê betal kir. HDP’ê berê diyar kiribû ku wê gel saet di 20.20’an de derkeve şaneşînan û bi tilîlî û çepikan Newrozê pîroz bike.

Gelê Wanê jî saet di 20.20’an de derket ser ban û şaneşînan û bi tilîlî û çepikan Newroz pîroz kir. Gelê wanê bi elektrîka destan, telefon, hesteyan, bi vêxistin û girtina çirayan jî çalakî li dar xist.

Li  gelek deran fîşekên hewayî hatin teqandin û govend hate gerandin.