Gel diherikin qada Newrozê ya Qendîlê

Welatî ji gelek deverên cuda ji bo beşdarî şahiya Newroza Qendîlê bibin berê xwe didin qada Newrozê.

Welatiyên ku dixwazin beşdarî Newroza Qendîlê bibin ji gelek deverên cûda yên Kurdistanê kom bi kom berê xwe didin qada pîrozbahiyê. Îro ji saetên nîvro ve welatiyên ku dixwazin beşdarî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibin, ji deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê berê xwe dane qada pîrozbahiyê. Hatina welatiyan a ber bi qada pîrozbahiyê ve jî didome.

Welatiyên ku ji bo Newrozê berê xwe dane Binarê Qendîlê, destpêkê serdana Goristana Şehîdan dikin, li vê derê soza girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin û piştre derbasî qada pîrozbahiyê dibin.

Wê pîrozbahiya mezin a Newroza Qendîlê sibe were lidarxistin. Wê heşt hunermend ji sê parçeyên Kurdistanê tevlî pîrozbahiyê bibin.