Girseyên gel diherikin qada Newrozê ya Binarê Qendîlê

Ji çar parçeyên Kurdistanê girseyên gel berê xwe dan Binarê Qendîlê û diherikin qada Newrozê.

Şêniyên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo pîrozkirina Newrozê diherikin qada Newrozê ya li Binarê Qendîlê.

Bi deh hezaran kes, bi taybetî ji herêmên Silêmanî, Ranaya, Helebçe, Şengal, Germiyan, Kelar û hwd. ên Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku ji aliyê Şaredariya Binarê Qendîl ve hate organîzekirin, berê xwe dan qada Newrozê.

Li qada Newrozê stran û helbestên şoreşgerî tê gotin.

Her wiha wêneyên şehîdan û alên PKK, KCK, KJK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Li Qada Newrozê peyamên KCK, KJK, Tevgera Azadî bêne dayin, her wiha hunermend û kesayetên naskirî û nûnerên sazî û partiyên cuda tevlî pîrozbahiyê bûne.

Çav li rê ye ku bername bi fermî destpê bike û agirê Newrozê yê sala 2022’an a li Qendîlê bê pêxistin.