Gefa li ser ewlekariya Er û Dag didome

Komîteya Piştgiriyê ya ji bo Abdurahman Er û Mazlûm Dag diyar kirin ku gefa li ser jiyan û ewlekariya Er û Dag didome û banga bihîstyariyê kirin.

Komîteya Piştgiriyê ya Abdurahman Er û Mazlûm Dag bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber nêzîkatiyên xerab ên berpirsên girtîgeha Hewlêrê, ev 5 roj in Mazlum Dag û Abdurahman Er dest bi rojiya mirinê kirine û metirsî li ser jiyana wan heye.

Di daxuyaniya ku derbarê sedema destpêkirina rojiya mirinê ya girtiyan û binpêkirinên mafan de hat dayîn de ev tişt hatin gotin; “Abdurrahman Er û Mazlûm Dag di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi malbatên xwe re diyar kirine ku di dema serjimêrî de karmendên girtîgehê heqaret li wan kirine û dema ku wan bertek nîşanî vê rewşê dane, li wan xistine û ji pişt ve destên wan hatine kelepçekirin û avêtine hucreyan. Li dijî van binpêkirin û nêzîkatiyên berpirsên girtîgehê ji roja 28’ê Îlonê ve Er û Dag dest bi rojiya mirinê kirine û ev pênc roj in çalakiya wan didome. Her wiha diyar kirine ji ber nêzîkatiya berpirsên girtîgehê metirsiya li ser jiyana wan berdewam e.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du girtî berê jî ketibûn rojiya mirinê û wiha didome: “Er û Dag ên ku ji beriya niha jî ji ber nêzîkatiyên xerab û nebûna ewlekariya jiyanê ketibûn rojiya mirinê, tevî ku gelek daxwazname û hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re kiribûn, lê rewşa wan baş nebûye.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang tê kirin; “Parastina ewlehiya jiyanê û muameleya însanî ya li hemberî girtiyan mafê herî bingehîn ê mirov e. Rêveberiya girtîgehê ji misogerkirina vî mafî berpirsyar e. Weke Komîteya Piştevaniya bi Abdurrahman Er û Mazlûm Dag, bala me li ser Dag û Er e. Em daxwaz dikin ku rayedarên girtîgehê dawî li pêkanînên xerab û binpêkirinên mafan ên li ser Er û Dag bînin û ewlehiya wan biparêzin, em bang li raya giştî jî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin.”