Ji bo çareserkirina aloziyên di navbera artêşa Iraq, Heşdî Şebî û Pêşmergeyan a li Kerkûkê, Serokkomarê Iraqê Fuad Mahsûm kete dewreyê. Mahsum di saetên şevê de bi 6 xalên daxwazên Heşdî Şebî û hikûmeta Iraqê ve ji bo bi rêveberên Herêma Başûrê Kurdistanê re baxive çû Silêmaniyê.
Daxwazên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî yên ku Mahsûm li gel xwe anî ji bo bi rêveberên Herêma Başûrê Kurdistanê re gotûbêj bike wiha ne: “Balafirgeha Leşkerî, Baregeha Keywan a Leşkerî, hemû hewzên petrolê radestî artêşa Iraqê bê kirin. Milîtanên DAIŞ’ê yên hatin girtin radestî artêşa Iraqê bê kirin, deverên beriya çeteyên DAIŞ’ê êrîş bikin ji nû ve artêşa Iraqê lê bi cih bibe û Waltiyê Kerkûkê bê guhertin.”