BI DÎMEN

Filmekî gerîla ku peyamên dîrokî di nav de hene

Çend roj berê Gerîla TV fîlmê li ser operasyonên şoreşgerî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê weşand. Fîlmê ku saetekê dewam dike kêliyên girîng ên şerê li çiyayên Kurdistanê nîşan dide.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Di roja me ya îro de li cîhana medyayê mirov nikare girîngiya arşîvkirina belgeyan ji nedîtî ve were. Bi taybetî li herêmên ku şerên cidî lê diqewimin û rastî û derew ketiye nav hev de, girîngiya medyayê zêde dibe. Di rojên borî de Gerîla TV filmek weşand ku di film de operasyonên şoreşgerî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine belgekirin. Filmê qasî saetekê, kêliyên şer ên li çiyayên Kurdistanê nîşan dide. Di dîmenan de diyar dibe ku hêzên gerîla ketine nav baregehên artêşa Tirk a dagirker. Di dema ku dewleta dagirker hewl dide medyayê sansur bike de, weşandina vê filmê pir girîng e. Film di şert û mercên herî zehmet de rewşa şer a li herêmên gerîla û ev yek çawa pêk tê, nîşan dide. Di film de gelek hûrgilî hene ku wê ji bo xebatên navendên lêkolînê, bingehekê xurt ava bikin. Film têkildarî rewşa li çiyayên Kurdistanê sehneyên zindî û rast, pêşkêş dike. Ji filmên fantastîk yan jî bi senaryoyên şerê taybet tên çêkirin, cuda ye. Ev film belgeyeke bêkêmahî ye ku rastiya li qadê nîşan dide.

Di filmên din de derhêner û bi sedan karker ji bo kelecanê biafirînin, dixebitin. Di dawiyê de gelek derewan pêşkêşî gel dikin û bi hezaran qilifan lê bar dikin û bi vî rengî sehneyan çêdikin. Lê belê, di filmê gerîla de hunermend, derhêner, senarîst û avaker gerîla bi xwe ye. Ev film ne xebateke çêkirî ye û ne li ser esasê rolê lîstokvanan e. Ev film bi temamî rast e, her kêliyê şer, rastî û hestên welatparêziyê yên ji dil, digire nav xwe. Ev film belgeyê herî rast ê şerê li Kurdistanê ye. Di destpêka film de bal tê kişandina ser çalakiya dîrokî ya şehîd Rojhat û Erdal ku li Enqereyê di dilê dijmin de mîna volkanê teqiyan. Bi vê çalakiyê re tê nîşandan ku li dijî dagirkeriyê pêvajoyeke berxwedanê ya nû tê destpêkirin û weke qonaxeke girîng tê dîtin. Di dewama film de hîn zelaltir tê dîtin ku çalakiyeke çiqas stratejîk e. Çalakiyeke di vê astê de, hêz û moral dide gel û gerîla û peyamên pir xurt jî dide hêzên dagirker.

Naveroka film a herî zêde derdikeve pêş, operasyonên şoreşgerî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine lidarxistinin. Bi van operasyonan re tevî derfetên kêm û şert û mercên zehmet, di mirovan de afirênerî, zanista leşkerî, dilsoziya îdeolojîk û xwesteka serketinê tê ceribandin. Di van sehneyan de temaşevan keda gerîla û hewldanên wan ên ji bo pûçkirina planên dagirkeriyê, dibînin. Dîsa di rewşeke welê de bi rengekî pir eşkere diyar dibe ku dilsoziya bi armancê re heye. Ev film nîşan dide ku gerîla ne tenê komên berxwedanê yên leşkerî ne, di heman demê de rêxistineke xurt a ku dikare çalakiyên pir organîzeyî û bandor bi rêve bibe. Her wiha di film de dîmenên cur be cur ên balafirên SÎHA yên artêşa dagirker jî cih digirin. Peyam dide ku hêzên gerîla di şerê hewayî de destkeftiyên mezin bi dest xistiye. Xistina SÎHA’yên ku artêşa Tirk timî pesnê wê dide, di qada leşkerî, siyasî û ekonomîk de ji dijmin re derbeyeke mezin e.

GERÎLA HÊZA XWE YA LEŞKERÎ LI HER QADÊ NÎŞAN DIDE

Çalakiya li dilê Enqereyê hatî lidarxistin, operasyonên şoreşgerî û xistina SÎHA’yan ne rewşeke ji rêzê ye. Yanî gerîla dixwaze wêneyekê giştî yê hêza leşkerî li her qadê nîşan bide. Di heman demê de ferq û cudahiyên di navbera peformansa gerîla û artêşa dagirker de jî nîşan dide. Film serketina îradeya mirov, pêşketina teknolojiya berxwedanê û guhertina di nava HPG’ê de nîşan dide. Film vegotineke dîtbarî ye ku axaftin û daxuyaniyên tevgera azadiyê piştrast dike. Di her rewşê de peyameke siyasî dide raya giştî, dost, dijmin û komplogeran. Her wiha nîşan dide gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî stratejiyeke bi bandor e.

Weşandina dîmenên di vê astê de, nîşan dide ku artêşa Tirk a dagirker di nava tengasiyeke çawa de ye. Heta niha ti kesê wêneyek nedîtiye ku leşkerên Tirk bi hêzên gerîla re şer dikin. Temamiya dîmenên ku diweşînin, ayîdê êrîşên hewayî ne. Gelo êrîşên li dijî gerîla çiqas in? Dema mirov li rewşa herêmê dinêre, tê fêmkirin ku bejahiya Kurdistanê rasterast tê bombebarankirin. Yanî hewl didin propagandayên xwe li ser dîmenên nediyar bikin û tiştên li qadê diqewimin, diveşêrin. Armanca vê yekê veşartina rastiyan e. Di qada leşkerî de jî, bênavber propagandaya derew dike û hewl dide moral û motîvasyona leşkeran bilind bike.

Ji vir tê fêmkirin ku peformansa şer a leşkeran gelekî lewaz e. Gelo ma pêkan e ku leşkerên bêperformans, ne xwedî serweriya psîkolojî û bêbawerî şer bikin û dîmenan pêşkêşî gel bikin? Ji ber ku ev tune ye, belgeyên artêşa Tirk jî nînin. Di encamê de di vê filmê de bi dehan peyamên girîng hene. Lehengên vî filmî, zarokên Kurdistanê ne. Ev film xelatên herî mezin heq dike. Xelata herî di cih de jî xwedî derketina li vê têkoşînê ye. Ev film îspata herî rast a têkçûna artêşa Tirk û pûçbûna planên wê ye. Ev fîlm îspat dike ku lehengên film îlham û enerjiya xwe ji serketina berxwedana Îmraliyê digirin. Ev filmekî Kurdistanê yê ji zekaya çêkirî û senaryoyên derew, dûr e. Ev film bi xwîna şehîdan hatiye amadekirin.