Fîlîz Bûdak: Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Fîlîz Bûdak diyar kir ku AKP-MHP êdî nikare li ser desthilatdariyê bimîne û got: “Tişta ku hikûmeta AKP-MHP’ê aniye ber hilweşandinê û muhtacê her kesî kiriye, têkoşîna Rêber Apo, gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê ye.”

Bi nêzbûna hilbijartinên 14’ê Gulanê li her derê Tirkiyeyê û Kurdistanê, ji bo têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê û ji bo serketina Partiya Çepên Kesk xebat û bangawazî tên kirin. Gelo eger di van hilbijartinan de faşîzm têk biçe û pergala demokratîk bi ser bikeve, wê encamên çawa bi xwe re bîne? Têkildarî vê yekê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fîlîz Bûdak ji ANF’ê re axivî.

Fîlîz Bûdak anî ziman ku Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst bi taybet di aliyê aborî û civakî de, her ku diçe Tirkiyeyê dirizîne, paşde dibe, hejariyê diafirîne û got, “Hikûmetek a mezaxtinê ye, tenê ji gel distîne û dadiqurtîne. Ne li xema hikûmeta heyî ye ku gel çi hejariyê û çi pirsgirêkan di nava civakê de bijî. Ji xwe di fitratê dewletan de, civak nayê fikirîn. Di fitratê dewletê de tiştek wisa nîn e ku di nava civakê de jiyanek bi edalet, wekhev û komunal ava bike. Dewlet bi xwe xesp û talan e. Li ser vê yekê jî mal û milkê civakê ji xwe re weke ganîmet dibîne. Bi ti awayî dewlet pirsgirêkên civakê çareser nake û tevahî aliyên civakê ji hejariyê rizgar nake. Ev rûyê AKP-MHP’ê ya faşîst di erdheja 6’ê Sibatê ya ku Navenda wê Bazarcix de jî derket holê. Li gorî hejmara fermî 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, lê ji vê zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan û di bin kavilan de man. Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst piştî sê rojan çû herêmên ku erdhej lê qewimî ne. Şûna ku birînên gel bipêçe û derfetên heyî pêşwazî bike, li cihê wê şerê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê fikirî. Li wir mirov di bin kavilan de ne, jê re ne xem e. Mirov li kolanan sar û birçî dimînin jê re ne xem e. Li vir ew tenê berjwendiyên xwe difikire. Li vir tişta jê re xem ew e ku çawa di şexsê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de, înkar û îmhaya gelê Kurd bigihîne encamê.”

‘HDP JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ ALÎKARÎ KOM DIKIR, LÊ AFAD Û KIZILAYÊ EW ALÎKARÎ DIFIROTIN’

Bûdak destnîşan kir ku li aliyê din jî hêzeke civakî heye ku ji nava civakê hatiye û civak jê bawer dike; weke HDP, saziyên sivîl, kongre û sendîkayên ku ji nava civakê derketine û wiha pêde çû: “Van hêzan hemûyan karên xwe dan aliyekî û ji bo pêçana birînên mexdûrên erdhejê û dabînkirina pêwîstiyên wan, ketin nava hewldanan. Dayikan jî li bajarên Kurdistanê nan çêkirin, xwarin amade kirin. Li cihên din kesên dildar ji malên xwe derketin û çûn bi rojan, li cihê erdhejê kedekî bê hempa dan. Li aliyê din jî dewletê êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn. Her wiha êrîşên qirkirinê, dîlgirtinê û destgîrkirinê li dijî pêşengên HDP’ê û saziyên civakî yên sivîl jî pêk anîn. Li vir 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan, ev yek ji dewletê re qet ne xem bû. Heta li ser vêya jî hewl da teserufê bike; ji hêzên navneteweyî alîkariyek madî bigire û vê alîkariya madî di bankayên xwe de bi cih bike ji bo ku hilbijartinê ji xwe re weke sermaye bi kar bîne. Nelirêtiya ku li wê derê derketî holê, pir eşkere bû. Mirov bê çadir bûn li wir, lê AFAD, Kizilay û saziyên wan ên ku qaşo bi gel re eleqeder dibin, van çadiran birin firotin. Pêdiviyên jiyanî yên ku diviyabû ji wan mexdûrên erdhejê re bên dayîn, birin firotin. Li aliyê din jî HDP û saziyên sivîl, tişt kom kirin û bang li gel kirin.”

‘FAŞÎZM LI HEMBERÎ TEVGERA AZADIYÊ Û ÇALAKIYÊN GEL, TÊK ÇÛ’

Bûdak diyar kir ku tevî banga KCK’ê ya agirbestê jî, deweta Tirk êrîşê gerîlayên ku di pozîsyona xwe parastinê de, kir û wiha bilêv kir: “Ev yek jî ferqa çêkerek civakî û ferqa desthilatdariyê datîne holê. Ev faşîzm li hemberî Tevgera Azadiyê binket. Li hemberî çalakiyên gel têk çû. Lewma rewşa desthilatdariyê ya di hilbijartinan de, tê nîqaşkirin. Di rewşa heyî de diyar dibe ku nikare li ser deshilatdariyê bimîne. Waadê wê yê ji bo Tirkiyeyê çiye; ez ê PKK’ê xilas bikim, ez ê nehêlim bi zimanê Kurdî bê axaftin. Bi êrîşkirina Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê dixwaze wek serkeftinekî ji bo hilbijartinê bide diyarkirin. Êrîşkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê di vê çarçoveyê de digire dest. Bi taybet bi karanîna gazên kîmyewî ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî, dixwaze weke razemeniyekê ji bo hilbijartinan bi kar bîne.”

‘TÊKOŞÎNA KU EM DIDIN, DIVÊ EM TENÊ BI HILBIJARTINAN NEBINÎN’

Bûdak îşaret pê kir ku pergala dewletê û pergala Netewa Demokratîk şerekî zihniyetê dixwaze û ev tişt got: “Lewma têkoşîna ku em didin, divê em tenê bi hilbijartinan negirin dest. Weke gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dijîn, em hemû tiştê bi hilbijartinê ve girê bidin wê me bixe valahiyên mezin. Lewma eger hikûmetên ku werin ser desthilatdariyê, xwedî heman zihniyeta faşîzmê bin, wê guhertinek zêde bi xwe re neyîn e. Tişta ku hikûmeta AKP-MHP’ê aniye ber hilweşandinê û muhtacê her kesê kiriye, têkoşîna Rêber Apo, gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne. Ji ber wê hilbijartinên 14’ê Gulanê girîng in, lê her tişt bi wê ve ne girêdayî ye. Serkeftina wê, dê hinek tiştan bi me de qezenckirin, lê her tiştê nade qezenckirin.

Lewma yên ku dengê xwe bidin AKP’ê ku her cûre talankerî û destdirêjiyê li hemberî gelên ku ji derve hatine û penaberî Tirkiyeyê bûne, pêk tîne û yên ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku nûnerê demokrasî û azadiya civakê ye, divê bi zanebûn tevbigerin. Li ser vê yekê hilbijartinên ku werin kirin, wê du xetên xwe biparêze. Yek xeta netewa demokratîk e, ya din jî ya desthilatdariyê ye.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Bûdak di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku dengê xwe nedin faşîzma AKP-MHP’ê ku îrade, hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar dike û destnîşan kir ku divê her kes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk ku nûneriya jiyana wekhev û demokratîk a gelan dike.