Fîkret Dogan: Gelê me di Newrozê de peyama Rêya 3'emîn da

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan anî ziman, li qadên Newrozê peyama Rêya 3'emîn a dayin û destnîşan kir ku di heman demê de ji şerê psîkolojîk ê li dijî HDP'ê tê meşandin bersiva herî bi heybet hate dayin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Fîkret Dogan li ser peyamên gel ên Newroza 2022'an ji ANF'ê re axivî.

Fîkret Dogan got, "Newroz ji berê ve serîhildana li dijî zilmê ye. Her civakê li gorî xwe pênase kiriye û heta niha pîroz kiriye. Lê belê gelê Kurd her tim hatiye înkarkirin, zilm lê hatiye kirin, lewma Newroz ji bo gelê Kurd bûye cejna vejîn û berxwedanê.Di nava 50 salên dawî de Kurdan ev yek bêhtir fêhm kirine. Di vê mijarê de hevalên me hemûyan berdêl û kedeke mezin dan. Newroz êdî li Kurdistanê bû kevneşopî. Êdî hûn tiştekî nekin jî gel bi xwe li hev dicive û peyamên polîtîk dide.

Di Newroza 2022'an de gelê me peyama xwe bi xwe afirand û zane ku çi dixwaze. Serdest her carê vê peyamê manîpule dikin û xwe dixapînin. Ne tenê li Wanê li Tirkiye û Kurdistanê di hemû Newrozan de heman peyam hate dayin. Abdullah Ocalan ew kes e ku hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo aştiyê têdikoşe. Her ku dengê Abdullah Ocalan tê bihîstin, aştî serwer dibe, şer nabe, civak rehet dibe. Ev yek nîşan dide ku rola wî çi ye. Di Newroza 2022'an de gelê me xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û divê karibe rola xwe ya aştiyê bi cih bîne. Em hêvîdarin ku ev yek wê rast bê fêhmkirin."

Fîkret Dogan bal kişand ser zext û nîqaşên têkildarî girtina HDP'ê û got, "AKP dema ku bû desthilatdar got 'em ê dawî li şerma girtina partiyan bînin'. Dema ku mirov bala xwe bide ser dîroka benda hilbijartinê wê were fêhmkirin ku ji bo Kurd nekevin meclîsê hatiye danîn. Lê belê vê têkoşînê her tiş berevajî kir, avakerên benda hilbijartinê ya ji sedî 10'an ji bo karibe biçe meclîsê niha dixwaze wê bendê rakin. HDP partiyek ji tabelayê nîne, bi girtinê hûn nikarin HDP'ê biqedînin. Eger HDP nebe em ê bi navekî cuda têkoşîna xwe dewam bikin. Gelê me xwedî feraseteke gelekî mezin a polîtîk e, di demeke kurt de dikare partiya xwe ya nû tevlî jiyana siyasî bike. Yên ku dixwazin HDP'ê bigirin divê hesabê vê bikin."

Fîkret Dogan li ser helwesta muxalefetê ya jinedîtî hatina Newrozê û daxwazên gelê Kurd wiha axivî, "Gelê me bi rastî jî zane ku çi dixwaze. Gelê me hem desthilatdariyê hem jî muxalefetê ji nêz ve dişopîne û zane ku dixwazin çi bikin. Bi navê HDP'ê me Îlonê deklarasyonek ji raya giştî re weşand. Em weke HDP vê dibêjin: Em ne mecbûrî polîtîkayekê ne ku di nava du blokan de hatiye asêkirin. Em dibêjin Rêya 3'emîn. Rêya ku gelê Kurd, kedkar, alîgirên aştiyê yên vî welatî tevlî bûne Rêya 3'emîn e. Mirovan ev yek baş fêhm kirin, lewma em rêya xwe dewam dikin. Gel êdî li ber vê sîstema heyî, li ber vê desthilatdariyê radibe."

Fîkret Dogan destnîşan kir ku gel li ber sîstemê radibe ku li ser înkar , tunekirin, zext û zilmê hatiye avakirin û got, "Yekane rêya muxalefetê jî Rêya 3'emîn e. Gelê me baş bi vê zane."