Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê di roja 2’emîn de didome

Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê di roja 2’emîn de bi pêşangeh û çalakiyên cihê didome.

Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê ya 1’emîn ku bi şîara ‘Li hemberî fermanan çanda xwe biparêze’ di roja 2’emîn de didome.

Di festîvalê de destkarî, xwarinên Şengalê û cil û bergên neteweyî yên Şengalê hatin pêşandan.

Ji bo şehîdên Şengalê pêşangeha wêneyan jî hate vekirin û festîval xwedî bernameyeke dewlemend e.

Ji Şengalê heta geliyên Helegezê wê gelek hunermend bi dengê xwe yê xweser tevlî festîvalê bibin.

Wê piştî nîvro jî xebatên hunerî werin pêşandan.

Gel ji her dera Şengalê bi komî tê qada festîvalê.