Ferzad Arêz: Newroz roja rizgarbûna ji dagirkeriyê ye

Endamê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Şaho Ferzad Arêz diyar kir Newroz, ‘’Roja rizgarbûna ji dagirkeriyê ye’’ û got ew ê di Newrozê de têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geştir bikin.

Endamê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Şaho Ferzad Arêz Newroza sala 2022’an pîroz kir. Arêz got, ‘’Ji niha ve Newroz, roja nûbûna jiyanê li Rêber Apo, li hemû têkoşerên rêya azadiyê, li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikim. Newroz wateyeke taybet bi xwe heye. Weke her kes dizane roja nûbûyîna jiyanê, roja nûbûyînê û yekemîn roja salê ye. Li gorî efsane û cîrokan (mîtolojiyan) dibêjin ku di vê rojê de cîhan bi giştî ava dibe. Wateyeke Newrozê ya dîrokî heye û di rastiyê de eger mirov weke neteweyeke bindest, neteweyek ku di bin zextê dagirkerî û tunekirinê de ye Newrozê pênase bike; Newroz roja rizgarbûna ji dagirkerî, zilm û zorê ye. Ji bo vê jî bi salan e ku Newroz di nava gelên azadîxwaz de tê pîrozkirin û cejna Newrozê li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî tê pîrozkirin.

Di nava gelên Rojhilata Navîn de jî gelê Kurd her sal ji bo ku bikaribe Newrozê pîroz bike, berdêlên giran daye. Ciwan û jinên Kurd û azadîxwazên vî netewî ji bo ku bikarin di vê rojê de dengê azadiyê bigihînin cîhanê û ji bo gihîştina azadiya mirovatiyê bi biryar bin, bi canê xwe ev roje pîroz ragirtine. ‘’

Arêz bal kişande ser berxweana Mazlûm Dogan li zindanên dagirkeriya Tirk û got, ‘’Weke pêşengê me heval Mazlûm Dogan ku li girtîgeha dagirkeran vê rojê pîroz dike, lewre em jî gelê Kurd, ciwanên Kurd û weke gelên azadîxwaz me wateya rast a vê rojê fêm kiriye û di vê wateyê de îsal jî teqez gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistanê weke salên bihorî ku çawa bi coş û moraleke bilind tevlê Newrozê bûne, îsal jî wê bi heman şêwazê û heta bi coşeke zêdetir tevlê Newroza îsal bibin. ‘’

Endamê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Şaho Ferzad Arêz bi berdewamî wiha got: ‘’Li her ku dibîn bila bibîn, çi gerîlayê li serê çiyayan, çi li gund, çi li bajaran û li her ku dibîn bila bibîn, em dikarin Newroza xwe bi rengekî bi heybet bi gelê xwe re pîroz bikin û em vê Newrozê bikin Newroza yekîtî û bi hevre jiyana gelan. Ew gelên ku bi salan e weke amûrekê li wan kirine ku hevdu tune bikin û hevdu serkut bikin. Banga me ya di vê Newrozê de ev e ku ev Newrozê, Newroza bi hevre jiyan û yekîtiya gelan e. Bi taybetî ji bo me gelê Kurd, heta ku yekîtî û yekgirtina me çênebe em ê negihîjin azadiyê. Ev Newroze ji bo me bibe gaveke din ku nêzîkê azadiyê bibin. Bi vê dirûşmeyê em pêşwazî li Newrozê dikin. Teqez wê hemû ciwan û jinên azadîxwaz û gelê me yê azadîxwaz li Rojhilatê Kurdistanê weke salên bihorî merasîma Newrozê pêşwazî bikin, bi cil û bergên netewî û bi xwedîderketina li zimanê Kurdî û ji bo ku daxwaza me eve ku zimanê me yekane faktora me ya ku weke mirov, gel û netewekê ku xwedî ziman e, lê dijmin lê zewt kiriye û dixwaze ji me bistîne, bi vê watedayînê re di vê Newrozê de em jî xwedî li ziman û çanda xwe derkevîn. Bi cil û bergên xwe tevlê merasîmên Newrozê dibin. Dayikên me yên şehîdan ji bo bîranîna şehîdan agirê Newrozê pêdixin. Bila gelê me li kûderê dibe bila bibe divê wî agirî weke hemû salên bihorî ku çawa me pîroz dikir, vê merasîmê jî bi heybet pîroz bikin. Em jî ji vê derê ve Newrozê li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi taybetî li Serokatî pîroz dikin û hêvîdarin ku di vê Newrozê de em têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindtir bikin û hemû gelê me bi tevlêbûna kampanyaya azadî ji bo Serokatî re Newrozê cudatir û bi heybettir pîroz bikin.’’