Fermandariya YRK’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir

Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gerîlayên azadiyê û gelên Îranê pîroz kir.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi peyamekê Newroz pîroz kir.

YRK’ê ev got: “Newroza 2020'ê (2720) di serî de ji Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelên Îranê pîroz dikin. Her wekî hûn dizanin em wekî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd, di pêvajoyeke pir dîrokî re derbas dibin, di vê pêvajoya bi berxwedanî û serkeftinê têr û tijî de me bi hezaran bedelên giranbiha da. Hezaran keç û xortên Kurd, ji bo jiyaneke azad berê xwe da refên têkoşînê û bi qehramanî şer kir û şehîd bûn, di serî de em di şexsê qehremanên nemir de bejna xwe ditewînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Em di meha Adarê, meha Newrozê de ne, ev meh ji bo Tevgera me ya Azadî û gelê Kurd tê wateya vejînê. Bi destpêka meha Adarê re têkoşîna gelê Kurd a ku berz bûye, her tim bûye hêviya gelê cihanê jî. Gelê Kurd îro Agirê Newrozê, ji Kawayên Hemdem girtiye û bi Zekiye, Rehşan û Berîvanan ve gihandiye lûtkeyê.

Em jî weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, di roja Newrozê de, Newroza gelê me yê Rojhilatê Kurdistan û Îranê pîroz dikin, em ê bi hev re sala 2020 (2720) bikin sala azadiya Rêber Apo û serkeftinê. Îro li her çar perçeyên Kurdistanê dijminên dagirker bi her awayî hewl didin gelê me qir bikin û her cûre êrîş û planên tunekirinê jê re rewa dibînin. Ev qirkirin li ber çavê hemû mirovahiyê tê kirin û hewl didin di serî de hemû nirxên gelê Kurd û gelê herêmê ji holê rakin. Ji ber ku bi taybet gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn her tim beramberê her cûre êrîşan serî hildaye û ber xwe daye, tu awayî serî tewandinê qebûl nekiriye. Îro di şexsê sîstema kapîtalîzm de, di şexsên Dehakên modern de dixwazin vê berxwedaniyê ji holê rakin. Di serî de gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, di sala derbasbûyî de beramberê rejîma dagirker û qirkerê Îran bi tu awayî serî netewand, bi serhildanan sekn û helwesta xwe raber kir. Lê belê ji bo ev sîstema dagirkeriyê bi tevahî ji holê rabibe û gelê me bikaribe azad bijî, pêwîstî têkoşîneke berfirehtir û rêxistinî heye. Çawa ku di zîndanan de pêşengên azadiyê beramberê Dehakan, ber xwe dabe, li Kobanê, Rojava şervanên azadiyê dijminê mirovahiyê ji holê rakiribe, îro jî di pêşengtiya gerîlayên azadiyê Rojhilatê Kurdistanê de li hember rejîma dagirkeriya Îranê ku dixwaze gelê me bênasname, çand û bêrêveberiyê bihêle, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û hemû nirxên gelê xwe biparêzin. Lewma bi wesîleya cejna Newrozê ya vejînê em bangî jin û ciwanên Kurd dikin ku tevlî refên Azadiya Kurdistanê bibin û vê sala nû ya Newrozê, bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê tacîdar bikin.”