Fermandariya Yekîneya Tolhildanê: Li Amêdiyê 6 leşker hatin kuştin

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku di çalakiya li dijî Qereqola Kanî Masî ya girêdayî artêşa TC’ê ya li navçeya Amêdî ya girêdayî Dihokê de 6 leşker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî çalakiya li dijî Qereqola Kanî Masya ev agahî parve kirin:

“19’ê Adarê saet derdorî 18:00’an Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo Qereqola Kanî Masî ya artêşa TC’ê ya li navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê ya Başûrê Kurdistanê kirin hedef. Yekîneya me kon, çeper û kozikên li qereqolê kirin edef û di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo tolhilîna ji êrîşên li dijî zarokên gelê me yên Êzidî hatiye kirin. Heta ku êrîşên dewleta TC’ê ya faşîst-mêtinger a li ser sivîlên Şengalê dom bike, wê bersiva yekîneyên me bidome û wê çalakiyên wiha tolhilînê dewam bike.”