Fermandariya YBŞ-YJŞ: Rêber Apo ji bo me hebûn e

"Çawa ku deşteke zuha ji nû ve zindî dike, Rêber Apo jî em ji nû ve zindî kir. Lewma Rêber Apo ji bo me hebûn e, rastî ye, Rêber e. Eger em îro li ser xaka xwe ne, ev bi saya Rêber Apo ye. Lewma ew bû pêşengê me, dîrok û hebûna me ye."

Fermandariya YBŞ-YJŞ'ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em rojbûna Rêber Apo ku dibe rojbûna azadiya tevahî gelên bindest, gelê Kurd û gelê me yê Şengalê li Rêbertî, berxwedêrên azadiyê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin."

Fermandariyê diyar kir, ku jidayikbûna Ocalan di heman demê de azadî, heqîqet, dîroka mirovahiyê, azadiya jinê û jiyaneke nû afirand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan ji zarokatiya xwe heta niha li dijî dagirkerî, qirkerî, zîhniyeta desthiladar, modernîteya kapîtalîst û her cûre neheqiyan têkoşîneke bêhempa meşandiye û vê têkoşîna xwe di nava şert û mercên herî dijwar de jî didomîne.

'RÊBER APO HEBÛNA ME YE'

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê destnîşan kir ku Ocalan bi berxwedana xwe bû navê hebûna gelên berxwedêr û azadîxwaz û diyar kir, "Eger di vê demê de bi taybetî jin, ciwan, civak û gelên bindest gihîştin asta azadiyê, bêguman ev bi saya Rêber Apo pê hatiye. Ji ber vê yekê Rêber Apo hebûna me ye. Ji ber ku Rêber Apo tevahî hebûna xwe ji bo azadî û wek heviyê xist xizmetê."

Di daxuyaniyê de ferman û komkujiyên heta niha li civaka Êzidî hatine kirin hatin bibîrxistin û hate gotin, "Me kesek li derdora xwe nedît, ku li me xwedî derkeve. Êrişên gelekî giran ku nayên pênasekirin li me hatin kirin. Xwestin çand, dîrok, ol, bawerî, zilman û hebûna me qir bikin û tine bikin. Em di nava vê qirkirinê de bi tenê hatin hiştin. Bi hezaran keç, zarok, dayik, welatiyên me hatin revandin, kuştin û binerdkirin."

'VÊ CARÊ EM NE BI TENÊ BÛN...'

Fermandariyê ragihand ku bi êrişa 3'ê Tebaxa 2014'an re careke din xwestin ku vê armanca xwe pêk bînin û destnîşan kir, "Di vê êrişê de gund û bajarên me hatin xerakirin û şewitandin. Her wiha bi hezaran keç, zarok, dayik û welaityên me hatin revandin, kuştin û binerdkirin. Hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Lê vê carê ferq çi bû, em bi tenê nebûn. Beriya ku em li bendê bimînin, Rêber APo û milîtanên Rêber Apo xwe gihandin civaka me. Bi berxwedan, cesaret, fedakarî û bêberjewendî yên şexsê canê xwe kirin mertal û ji bo gelê me feda kirin. Bi saya Rêber Apo û milîtanên wî em ji qirkirinê û tinebûnê xilas bûn.

'RÊBER APO JI BO ME HEBÛN E'

Çawa ku deşteke zuha ji nû ve zindî dike, Rêber Apo jî em ji nû ve zindî kir. Lewma Rêber Apo ji bo me hebûn e, rastî ye, Rêber e. Eger em îro li ser xaka xwe ne, ev bi saya Rêber Apo ye. Lewma ew bû pêşengê me, dîrok û hebûna me ye."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Banga me li gelê me ye. Çawa ku Rêber Apo li me xwedî derket divê em jî hîn bi xurtî lê xwedî derkevin. Ev yek deyneke ku çi dibe bila bibe em ê bidin. Wê bersiva me encax bi welatekî azad û jiyana bi Rêberê azad re be.

Li ser vê sozê em rojbûna Rêberê xwe di serî de li civak û şervanên xwe, tevahî gelên Rojhilata NavÎn, gelên Kurdistanê pîroz dikin."