Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê Newroz pîroz kir

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir û got: “Bihara gelê Rojhilata Navîn jî Newroz e. Newroz ji nû ve avakirin, roja nû, nû raperîn û cejna azadiyê ye.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyekê di serî de Newroz li civaka Êzidî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û her kesê pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

“Bihar ji nû ve avakirina xwezayê û nîşaneya xwe bi giştî rengan re xwe ji nû ve avakirin e. Bihara gelê Rojhilata Navîn jî Newroz e. Newroz ji nû ve avakirin, roja nû, nû raperîn û cejna azadiyê ye. Em vê Newrozê di serî de ji bo berxwederên Şengal û Êzîdxan pîroz dikin, Rêber Apo silav dikin û bi dilek germ vê cejnê ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroz bi agir tê nasîn. Em di serî de hemû şehîdên Newrozê, destpêkê Kawa’ê hemden Mazlûm Dogan ê ku agirê pîroz ê Newrozê bi laşê xwe re geş kir pîkoz dikin, bejna xwe li hemberî şehîdên Newrozê ditewînin û soz dikin ku agirê Newrozê hîn geştir bikin.

‘AGIR SEMBOLA BERXWEDANA GELÊN ROJHILATA NAVÎN A BI HEV RE TÎNE YE’

Agir qasî ku pîroz e, heman demê jî şewat e û hev anîn e. Agir sembola berxwedanê yê ku gelên Rojhilata Navîn bihevre tînê ye. Gelên kevnar ên Mezopotamyayê li dora zarokên Rojê, yê ku parastina agirê dike re digihîjin hev û çarenûsa Rojhilata Navîn bi hev re dinivîsînin. Gelên me yên kevnar, yên ku li dijî her cûre hêzên dagirker, çete û talanker re şer dikin, bi pêxistina agirê Newrozê bi hezar salan re bersiv didin. Roja nû ango Newroz ji roja li dijî zilm û zordariya Dehaqê bi pêxistina agirê serhildanê Kawa heya roja me ya îro bûye navê roja ku hemû gelên Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin kirî û têkoşînê mezinkirî ye.

‘AGIRÊ NEWROZÊ JI BO GELÊ ME NASNAME YE’

Gelê me yê ku yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn e, xwe bi agirê pîroz afirandiye û hebûna xwe heta roja îro aniye, wek gelê agir û rojê li hemberî her cure êrîşên dagirker û metêngeriyê hebuna xwe parastiye, dest ji nirxên xwe yên civakî û baweriya xwe bernedaye. Agirê Newrozê ku ji bo gelê me watebûn û nasname ye, di heman demê de ji bo hemû bindestên ku bi hezaran salan de tên pêpeskirin, zulm li wan tê kirin û xaka wan tê dagirkirin jî bûye sembola azadiyê û li herêma me heta roja îroyîn veguheriye ruhê berxwedan û raperînê. Newroz li hemberî zulma Dehaq bûye rojeke ku hemû gelen Rojhilata Navîn li dora agirê raperînê yê Kawayê Hesinkar xwe birêxistin kirine, teslîmiyet qebûl nekiriye û têkoşîn bilind kirine. Her serdemeke dîroka şaristaniyê, dîroka hewldanên êrîş û dagirkeriya li ser gelê me yê ku koledarî û mêtingerî qebûl nekiriye. Gelê me her carê sînor, koledarî û mêtingeriya ku şaristaniyê ava kiriye perçe kir, teslîm nebû û bi berxwedan û îsrara jiyana azad re, bûye gelê agir û Newrozê.

‘NEWROZ JI BO ÊZIDIYAN BÛYE MEŞALEYA RÊYA ME RONÎ DIKE’

Newroz ji roja Kawayê hesinkar a ku meşaleya berxwedanê da destpê kirin re bûye destan û ji bo gelê me yê Êzidî li hember fermanan bûye meşaleya ku rêya me ronî dike ye. Li ser salvegera nû ya Newrozê, ku rêya me ya jiyana azad ronî dike, em her roj bi germahiya Newrozê û bi biryardariya tekoşînê pêşwazî dikin. Em bangî hemû gelan dikin ku li dora modernîteya demokratîk, ku di şopên Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, ji Zekiyeyan heya Ronahî û Canwelatan û li ser şopa Têkoşîn, Arîn, Zerdeşt, Hemîd, Êzdîn, Cîlo û Egîdan ku yekîtiyên mezin afirandiye re bibin yek.

‘BI NEWROZÊ TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN’

Agirê Newrozê bi qasî ku anîna cem hev e, dişewitîne û pak dike. Di van rojên ku em Newroza sala 2020’an pîroz dikin de, em ê li hember tovên xiyanetê, her rengê hişmendiyê dagîrker yên ku li hember gelê me hatiye pêş xistin, bi geşbûna agirê Newrozê paqij bikin. Axa pîroz û qedîm a Şengal û Êzîdxan bi agirê roja nû Wê were şûştin û bi vê awayî pîr û pak bê kirin. Em Newroza axên azad ên Şengalê pîroz dikin, cejna Newrozê li gelê me yê leheng, hevalên me, gelên cîhanê yên ku li dijî hemû şert û mercên û her cûre dijwarî, zilm, xiyanet, dek û dolabên êrişker berxwe didin, pîroz dikin. Di vê wateyê de em careke din Newroza gelê xwe ku di her şert û mercan de li gel me ye û di nava berxwedanê de ye, her wiha Newroza rêhevalên xwe yên di kozikên berxwedanê de ne pîroz dikin. Ji bo ku sala 2020’an bibe sala tevahiya Şengalê, azadkirina hemû dîlên me, ji holê rakirina tehdîda ferman û xiyanetê, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe mezintir bike.”