Fermandariya Eyaleta Serhedê hate pîrozkirin

Fermandariya Sewq û Îdareya Bakur ji ber çalakiya Fermandariya Eyaleta Serhedê ya di 2’ê Adarê de li dar xistibû û 79 leşker hatibûn kuştin, peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama Fermandariya Sewq û Îdareya Bakur de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger de ya ku li qada we didome, di 2’ê Adarê de di navbera navçeya Bazîdê ya Agiriyê û gundê Gurbûlakê de li dijî konwoya dijmin bi operasyona şoreşgerî encamên girîng hatine bidesxistin. Di vê çalakiyê de gelek taktîkên gerîla bi hostetî bi hev re hatine bikaranîn û ev jî bûye sedem ku encamên baş ji çalakiyê were stendin.

Hêzên me bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê bi pêngaveke şoreşger dest bi sala nû kirine, bi vê operasyona şoreşger re li dijî polîtîkayên dewleta faşîst a li ser Rêbertiya û gelê me, hêzên me bersiveke xurt dane artêşa faşîst. Ev çalakî li gorî ruhê serdema nû ye û bi taktîk û tarzên xurt hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de tiştek bi hêzên me nehatiye û ev jî diyar dike ku ev çalakiyek serkeftî ye. Ev çalakî dibe helwesta şoreşger a afirînerî û biryardariya milîtanên Apoyî ya di sala 2020’an de.

Em hemû fermandar û şervanên ku bi taktîkên xurt û li gorî ruhê demê ev çalakî li dar xistine, pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Bi vê wesîleyê em we û di şexsê we de hemû hêzên li eyaleta we silav dikin û serkeftinê ji we hemûyan re dixwazin.”