Fermandarekî kedkar û fedaî

Fermandarê HPG'ê Serhed Tolhildan bi dilnizmî, wêrekî û fedaîtiya xwe dihate naskirin. Weke şervanekî heqîqetê ji bo jiyaneke azad heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.

Milîtanên Apoyî ji bo jiyaneke azad meşa xwe ya azadiyê bênavber dewam dikin. Berdêla meşa azadiyê jî b êguman gelekî giran dibe. Yek ji beşdarên meşa azadiyê Nîjad Esed di sala 1991'ê de li bajarê Amûdê yê Rojava ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku berdêlên giran da. Di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Yek ji sedemên tevlîbûna Nîhad Esed a li nava refên tevgera azadiyê Şoreşa Rojava bû, sedema din jî tevlîbûna xwişka wî li nava refên gerîla bû.

Nîhad Esed piştî ku tevlî nava gerîla bû ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd navê Serhed Tolhildan li xwe kir. Dema ku xwe gihand nava refên gerîla, dest bi jiyaneke nû kir. Li Garê tevlî perwerdeyê bû. Li Garê di nava kar de bi dilnizmiya xwe li nava hevrêyên xwe bû yekî jê dihate hezkirin. Ji bo karibe hîn bi xurtî têbikoşe û bersivê bide pêvajoyê derbasî akademiyê bû. Ji bo karibe fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn baş fêhm bike çû qada perwedeyê û li ser vê bingehê xwe bi pêş ve bir.

Li dû perwerdeyê vê carê berê xwe da eyaleta Avaşînê. Avaşîn ku bi berxwedana gerîla tê naskirin ji bo Tolhildan bû qada nû ya têkoşînê. Li Avaşînê karekî zehmet meşand û bû fermandarekî wêrek. Bi îrade, wêrek û zanebûn li her qada jiyanê têkoşiya.

Li çiyayên azad fikirîna li ser hevrêyên xwe ji bo her gerîla tişta herî hêja ye. Fermandar Serhed jî bi amadekariyên binesaziyê yên li Zagrosan mîrateyek ji gerîla re li kampên berxwedanê hişt. Fermandarê wêrek Serhed Tolhildan jiyana xwe bi hezkirina ji welêt, fedakarî, biryardarî, wêrekî û lehengiyê dagirt. Êdî mîna tehtên Avaşîn bi heybet bû. Di Hefteya Lehengiyê de 26'ê Adara 2021'ê tevî hevrêyê xwe Egîd Gabar tevlî karwanên şehîdan bû.