Fermandarê YBŞ'ê: Em ê cih û warên xwe biparêzin

Yek ji fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr got, "Em keç û xortên vê axê ne. Me parastina wê kiriye û di ber re xwîn rijandine. Em ê bergiriya vir bikin."

Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a li Stêrk TV bû û li ser rewşa dawî ya li Şengalê agahî da.

Feqîr di destpêka axaftina xwe de işaret bi rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman, ku ew jî mîna gelê xwe xwedî heman hest û helwestê ne û divê rewşa Ocalan di demeke nêz de zelal bibe.

Fermandarê YBŞ'ê da xuyakirin, ku piştî pêşmergeyan xwe ji Kerkûkê vekişandin û Hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ketin nava Kerkûkê, diyar bû ku wê berê xwe bidin Şengalê û got, "Duh êavrê pêşmergeyan xwe ji Şengalê vekişandin."

Fermandarê YBŞ'ê anî ziman, ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê niha li cihê pêşmergeyan ên li Şengalê bi cih bûne û vê gavê di navbera wan û civaka Êzidî ya li herêmê de aloziyek nîne.

Fermandar Dijwar Feqîr têkildarî rewşa Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî got, "Em li cihê xwe ne. Li çeperên xwe yên parastinê ne. Hem li nava bajarê Şengalê, hem jî li çiyayê Şengalê em di çeperên xwe de ne."

Feqîr diyar kir, ku ew ne bawer in êrîşek li hemberî wan bê kirin û got, "Helwesteke bi vî rengî were nîşandan em ê qebûl nekin. Ji ber ku me xwîn li ser vê axê rijandine û me ev herêm parastine. Divê her kes hurmetê nîşanî vê yekê bidin û li gorî wê tevbigere. Em keç û xortên vê axê ne. Me parastina wê kiriye û di ber re xwîn rijandine. Em ê bergiriya vir bikin."