Fermandarê Pêşmergeyan: Em ji Beşîka vedikişin

Fermandarê Tûgaya 112'an a Pêşmergeyan Şefîq Çavşîn diyar kir, ku hêzên Heşdî Şebî berê xwe dane Beşîkayê û pêşmergeyên li vê derê dest pê kirine ku xwe ji herêmê vekişînin.

Piştî Kerkûk, Xurmatû, Taze Xurmatû, Celawla, Xaneqîn, Şengal, Germiyan, Giwera û Mexmûrê, hêzên pêşmerge xwe ji Beşîkayê jî vedikişînin.

Şefîq Çavşîn li ser mijarê ji Roj Newsê re axivî û anî ziman, ku Heşdî Şebî bi hêzeke mezin berê xwe daye Beşîka û pêşmergeyan jî dest bi vekişîna ji Beşîka kirine.

Fermandarê Pêşmergeyan Şefîq Çavşîn got, "Hêzên pêşmerge niha bi hemû çekên xwe yên giran xwe vekişandine. Hêzeke gelekî kêm maye li herêmê. Di demeke kin de ew ê jî vekişin."

Rêveberiya PDK'ê, par leşkerên Tirk li herêma Beşîka ya nêzî Mûsilê bi cih kiribû.