Fermandarê Fewca Laleşê Elî: Em gel diparêzin

Fermandeyê Fewca Laleşê Xal Elî li ser peymana Bexda û Hewlêr got: “Em ji wan peymanan bi hêztirin, Êzidî ne bê xwedî ne, siyaset û hêz in. Êzidî guherîne, piştî çendîn car ku hati firotin niha têgihîştine ku dikarin xwe biparêzin.”

Fermandeyê Fewca Laleşê Xal Elî di derbarê Peymana Şengalê ya di navbera hikumeta Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ji ajansa me re axivî û diyar kir ew qebûl nakin ku carekî din çekdarên PDK’ê vegerin Şengalê da carekî din wan bifroşin.

‘PDK KIRÊGIRTIYÊ EMERÎKAYÊ YE’

Elî peymana li ser şengalê hatî çêkirin weke peymana Emerîkayê pênase kir û got: “PDK kirêgirtiyê Emerîka û Îsraîlê ye, zarokê nazdar ê Emerîkayê ye, bi heman rengî hikumeta Iraqê jî siyaset û planê Emerîkayê pêk tîne.”

‘DIXWAZIN ÊZIDIYAN BIKIN QURBANÎ’

Xal Elî bal kêşand li ser planên li ser Êzidiyan û wiha pêde çû: “Êzidî berê bûn qurbanî, niha jî dixwazin bikin qurbanî. Em wek gelê Êzidî qebûl nakin ku bibin qurbanî. Em ji wan peymanan bi hêztirin, ew wisa dizanin ku Êzidî bê xwedî ne, bê siyaset û hêzin, lê di rastiyê de ne wisa ye. Êzidî guherîne, piştî çendîn car ku hati firotin niha têgihîştine ku dikarin xwe biparêzin.”

‘ÊZIDÎ NE JI BO FIROTINÊ NE’

Elî di dewama axaftina xwe de tekez kir ku wana elaqedar nake ku dibêjin siyaseteke navdewletî birêve diçe û ew ji bo tinekirina Kemera Şîa’yê ye û got: “Ew tiştane me elaqedar nake, em gelê xwe diparêzin. Her wiha qebûl nakin ku Êzidî bibin qurbanî, Êzidî ne ji bo firotinê ne.”

‘EM QEBÛL NAKIN KU PDK Û ÇEKDARÊN WÊ CAREKÎ DIN ME BIFROŞIN’

Fermandar Elî îşare bi stratejîkbûna erdnîgariya şengalê kir ku dikeve çavê desthilatdaran û wiha domand: “Em wisa nahizirin, em dibêjin ku we me firot û zilm li me kiriye, êdî em we qebûl nakin. Em qebûl nakin ku PDK û pêşmergeyên wê bên û me bifroşin.”

‘EM Ê XWE BIPARÊZIN’

Xal Elî ji bo sedema ku hikumeta Iraqê û PDK bi zorê wê peymanê li ser gelê Şengalê ferz bikin got: “Em li ser navê ti partiyek siyasî na axivin, li ser navê Êzidiyan diaxivin û dibêjin ti desthilatek ji hêza gel bi hêztir nîne. Ew kesên bûne hikumet jî, gel wan kirine hikumet. Me deng daye û me wan gihandiye wê qonaxê. Eger hikumeta Iraqê û PDK bixwazin bi zorê peymanê li ser Şengalê li ser me ferzbikin wê demê em li ser navê gelê Êzidî xwe biparêzin. Çiqasê qurbanî bidîn jî nagihîje hejmara kesên ku çekdarên PDK’ê radestî DAÎŞ’ê kirin û dan kuştin. Em ê şer bikîn û mafê xwe werdigrîn.”

Elî di dawiya axaftina xwe de bal kêşand li ser armanca PDK’ê ya ji wê peymanê û ragihand: “Divê ew peymane bê betalkirin, PDK dixwaze wê derfetê bikar bîne da ku bizane berteka gelê Êzidî çi dibe. Em wê bertekê nîşan didin, hem red dikîn û hem bi awayek pratîk bertekê nîşan didîn. Eger dikarin vegerin bila bên, eger birayê min bi xwe be jî, di nav wê peymanê de cih girtibe û bi PDK’ê re be yan jî çekdarê wê be, ger ji bo pêkanîna wê peymanê bê, ez ê li ber çavê her kesê li hemberî birayê xwe şer bikim.”