Fermandar Sîser 24 salan bê sekin têkoşiya

Yek ji Fermandarên Şerê Gel ê Şoreşgerî Azad Sîser di 18 saliya xwe de tevlî nava refên gerîla bû. Di nava 24 salan de ji Botanê heta Erzîromê, ji Zapê heta Amedê weke şoreşger, şervan, fermandar û hevrêyekî bê sekin bê ku aciz, dudil û rawestan têkoşiya.

Azad Sîser (Ekrem Guney), di nava 24 salên têkoşîna xwe ya gerîla de, di her kêliyê de ji bo azadiya gel, welat û rêberê xwe têkoşiya û bû yek ji fermandarên efsanewî. Gotin û çalakiya xwe kir yek. Weke fermandarekî Kurd ê esîl, bi fedayîtiya 'ez deyndarê gelê xwe me' bi serbilindî bi ser mirinê ve meşiya.

DI TEMENÊ 18 SALÎ DE BÛ GERÎLA

Ekrem Guney bi nasnav Azad Sîser, sala 1976'an ji malbateke ji Veysel Karanî koçî Êlihê kiribû, ji dayik bûbû. Zarokê herî mezin ê malbatê ye. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Êlihê dixwîne. Di dema xwendina amadeyî de lêgerînên wî yên şoreşgerî destpê dike. Wexteke kin tevlî xebatên xwendekarên şoreşger dibe. Di salên 1990'î de piştî ku şer giran bû, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li nava girseyên berfireh belav bû, li Êlihê jî deng vedide. Di salên xwendina amadeyî de, ji Êlihê tevlîbûneke girseyî li nava refên gerîla çêdibe. Ev yek bandorê li Sîser dike. Di sala 1992'an de bi hestên neteweyî yên welatparêzî, bi coş û kelecana şoreşgeriya ciwanan, ji Botanê tevlî nava refên têkoşîna gerîla dibe.

‘DÎTINA PERWERDÊ LI QADA RÊBERTÎ DI ŞERÊ GERÎLA DE SERDEMEK GIRÎNG BÛ’

Ji ber şertên giran ên şer û herêmê di salên destpêkê de zorî û zehemtiyan dikişîne. Di navbera salên 1992-1998'an de li gelek herêmên Botanê ku weke 'Dilê Kurdistanê' tê naskirin, bi erka xwe rabû. Di nava van 7 salên diyarker ên şerê gerîla de, du caran çû Şamê qada perwerdeya Ocalan. Derbarê vê de dibêje, 'Li qada Rêbertî, dîtina felsefe, têkoşîn û rastiya me ya civakî, ji bo min di şerê gerîla de serdemeke girîng bû'. Her tim destnîşan dikeku divê her kêliya jiyana xwe diyarî şoreşê û azadiyê bike. Piştî perwerdeya li Şamê, sala 1998'an careke din derbasî qada Bakur dibe. Du salan li eyaletên Garzan û Amedê têkoşîna gerîla didomîne. Piştî pêvajoya agirbesta yek alî ya PKK'ê, vedigere Herêmên Parastinê yên Medyayê.

LI DIJÎ TESFIYEKARIYÊ KAR, TÊKOŞÎN KIR

Di despêka pêvajoya tesfiyekariyê de ji bo valaderxistinê wê kar kir. Di destpêka salên 2000'î de bi serkêşiya dewleta Tirk planên tesfiyekirina PKK'ê di rojevê de bûn ku hêzên komploker jî destek didan vê. Sîser li Heftanînê jî tevlî têkoşînê bû û di payîza 2003'an de piştî Kongreya KONGRA GEL, di nava Komîteya Parastina Rewa de dest bi kar kir. Ji bo Pêngava 1'ê Hezîranê li qada Bakur xurt bike û bi her awayî bersiveke xurt bide hewldanên tesfiyeyê, çû Eyaleta Erzîromê. Di sala 2005'an de dema ji nû ve afirandina şerê gerîla yê PKK'ê, bi nêrînên xwe yên afirîner û pêşniyarên xwe, bi roleke mezin rabû. Di navbera salên 2005-2008'an de li çiyayên Erzîromê têkoşîneke dijwar meşand û Pêngava 1'ê Hezîranê xurt kir.

‘JI BO PARASTINA RÊBERTÎ Û PÎROZIYÊ ME PÊWÎSTÎ BI ŞEREKE JI BERÊ XURTIR HEYE’

Bi destpêka pêngava nû ya dewleta Tirk a dagirker a bi navê ‘Açilim-Vebûn’ rêbazeke din a tinekirina Kurdan e. Di vê çarçoveyê de Sîser nêrînê xwe yê li ser vê sala 2009’an bi rêxistinê re parve dike û vê dibêje; ‘Em di serdemeke dîrokî de ne. Konsepta tesfiyeyê ku di bin navê 'açilimê' de tê kirin, di serî de Rêberê me, tevgera me ya azadiyê û gelê me dike hedef. Şert û mercên tesfiyeya fîzîkî ku Rêberê me di nav de tê girtin, nîşan dide bê dijmin tinekirineke çawa ya berfireh ferz dike. Li pêşberî vê rastiyê, li şûna gotinên bên gotin, wezîfeyên dîrokî li ber me ne ku divê werin kirin. Ji bo parastina Rêberê me û hemû pîrozmendiyên me, pêwîstî bi şerekî ji berê gelekî xurtir heye'.

Di dewama nivîsa xwe de rexnedayîna xwe jî dida û destnîşan kiribû ku bê şik û guman, bê hesab û ruhekî fedayî ew ê li refên herî pêş ê vê berxwedanê cih bigire û hewl bide bibe layîqî Rêbertî, partiyê û hemû şehîdan.

BÛ FERMANDARÊ ZAPÊ

Azad Sîser ê êdî fermandar bû li her qada lê, mohra xwe datanî binê serketinê, demeke dirêj bi Fermandarê Şerê Gel ê Şoreşgerî Reşîd Serdar re ma. Sala 2011'an di Pêngava Operasyona Şoreşgerî ya Çelê de pêşeng bû. Wê demê Fermandarê Eyaleta Zapê bû. Di Pêngava Operasyona Şoreşgerî de bi rêbaz û taktîkên xwe, bi mejiyê leşkerî, werekî û taybetmendiyên fermandariya fedayî re li Çelê derbên giran li artêşa Tirk xist.

Sîser, Pêngava Operasyona Şoreşgerî ya gerîla ku li Zapê li dijî artêşa Tirk meşand, kir pirtûk. Pirtûka Zapê, bi qasî berxwedanê bû pirtûka dilsoziya hevrêtiya PKK'ê.

FERMANDARÊ ŞERÊ XWERÊVEBERIYÊ YÊ AMEDÊ

Li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî û Xwerêveberiyê de Sîser yek ji pêşengên vê demê bû, ku li dijî dagirkeriya Tirk di sala 2016'an de ji aliyê gelê Kurd ve hate ragihandin. Bi rêbaza xwe ya afirîner û baweriya xwe ya bêdawî, para wî zêde bû ku Amed, bi taybetî Sûr bû keleha berxwedanê. Ji çiyayên Amedê piştgiriyeke xurt da şerê Fermandar Çiyager ê bi gotina 'encam çi dibe bila bibe wê dawî bi heybet be' dimeşand.

HETA KÊLIYA DAWÎ JÎ DILSOZ BÛ

Di destpêka Gulana 2016’an de li herêma Licê ya girêdayî Amedê di navbera artêşa dagirker a Tirk û hêzên HPG'ê de şerek diqewime. Di encama vî şerî de 2’ê Gulana 2016’an Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê hevalê Azad Sîser û Çekdar Amed ligel çar hevalên xwe tevli karwanên nemirên Kurdistanê dibin. Sîser ê ku 24 salên xwe li qadên herî dijwar ên şer derbas kir û meşa xwe ya şoreşgerî timî kêm didît, wiha nivîsand: "Divê em xwe ji zîhniyeta modernîteya kapîtalîst û bandora feraseta jiyana wê rizgar bikin û bibin lêgerîner û şervanên jiyana azad. Pêwîste em bi xwe zanibin, rastiya xwe ya civakî zanibin, nirxên xwe biparêzin û bibin şagirtên Rêber Apo û milîtanên artêşa şehîdan."

Temamiya jiyana xwe diyarî şerê azadiyê kir. Heta kêliya xwe ya dawî li ber xwe da, serî netewand û dilsozê Rêbertî û gelê xwe bû.