Fermandar Egîd Civyan li Mexmûrê hate bîranîn

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahdettîn Karay (Egîd Civyan) ku par li Wanê şehîd bû, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahdettîn Karay (Egîd Civyan) ku par li Wanê şehîd bû, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn.

Civîna bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê pêk hat.

Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna fermandar Egîd Civyan hate nîşandan.

Vahdettîn Karay (Egîd Civyan) 11'ê Îlona 2020'î li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê şehîd bûbû.

Egîd Civyan fermandarê hêzên HPG'ê bû ku li Şengalê, piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an civaka Êzidî ji qirkirineke mezin rizgar kiribû.