Fendîk ê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Necmettîn Fendîk, ku di dema serdegirtina mala wî ya li navçeya Gever a Colemêrgê bi guleya polîsên Tirk ji sînga xwe bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Polîsên Tirk pêr bi şev avêtibûn ser mala Necmettîn Fendîk a li taxa Gungor a navçeya Gever a Colemêrgê û li nava malê gule li wî reşandibû. Fendîk li pêş çavên zarokên xwe, bi guleya polîsan a li sînga wî ketî bi giranî birîndar bû. Polîsên dewleta Tirk ku heta 2 saetan nehiştin kesek xwe nêzî wî bikin, piştî demeke destûr da ku ambûlans wî rake nexweşxaneyê. Fendîk ê li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê bû, jiyana xwe ji dest da. Malbata Fendîk a bi mirina wî hesiya, berê xwe da nexweşxaneyAê.

Cenazeyê Fendîk niha li nexweşxaneyê ye û nayê zanîn bê kengî were veşartin. Doktoran gotin, dema Fendîk anîn nexweşxaneyê şensê wî yê rizgarkirinê tine bû, ji ber ku fîşeka li sînga wî ketibû zerar dabû hebû organên wî.