FEDA: Bi rêxistinbûnê em dikarin pêşî li zîhniyeta qirker bigirin

FEDA'yê têkildarî salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek da û diyar kir, "Elewî û hemû kesên din ên kirine 'ne yên ji me' bêçare nînin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi biryara desteya wezîran re ya 4'ê Gulana 1937'an, destûra qanûnî ji bo qirkirina gelê Dersimê hatiye dayin." FEDA'yê diyar kir, qirkirina Elewiyan û Kurdan di navbera salên 1936-38'an de gihîştiye asta herî bilind.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi gazên bi jehr ên ji balafiran barandin, bi kujerên xwe yên ji girtîgehan derxistin û bi artêşa xwe li Dersimê kûç li ser kûç nehiştin û yên sax man jî sirgûn kirin."

'EM BÊÇARE NÎNIN, EM HÊZA XWE YA RÊXISTINÎ MEZIN BIKIN'

FEDA'yê destnîşan kir, komkujiya Elewiyan ne tenê li Dersimê hate kirin, li Mereş, Sêwas, Çorûm, Gazî û Efrînê jî dewam kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, " Elewî û hemû kesên din ên kirine 'ne yên ji me' bêçare nînin. Divê em hêza xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin û ne ew kes bin ku dixwazin, lê ew kes bin ku hesabê dipirsin.

Çawa ku Seyîd Riza çok netewand û li ber wan negeriya, em jî neçar in ku bi serbilindî rawestin û ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîna xwe geş bikin.

Qirkirin ji aliyê wan kadroyan ve hate kirin ku hêza dewletê di destê wan de bû. Yên ku sûc li dijî mirovahiyê kirine neçar in hesab bidin.

Yên ku li dijî mirovahiyê sûc kirine divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin."