Faşîzm bi stratejiya HDP'ê hejiya

Stratejiya HDP'ê ya ji bo bidawîkirina rejîma qeyûm û têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê di asteke girîng de bi ser ket. Hin bajarên Kurdan ên bi demografiya wan hate lîstin, hatin desteserkirin. Lê li metropolan derbeke mezin li AKP-MHP'ê hate xistin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dengdêran li 194 hezar 390 sindoqî dengê xwe dan, ji bo rêveberên xwecihî yên 5 salan wezîfeyê bikin hilbijêrin. 30 bajarên mezin, 51 bajar, 519 navçeyên bajarê mezin, 403 navçe, hezar 389 şaredar/hevşaredar, her wiha 50 hezar 236 keya hatin hilbijartin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê, derfetên dewletê hemû û şîdet bi kar anî û ji bo hîmê rêveberiyên xwecihî yên rejîma yekparêz temam bike, xwe amade kir. HDP'ê jî ji bo dawî li rejîma qeyûm bîne û faşîzma AKP-MHP'ê têk bibe stratejiyek taybet danî ber xwe. Li dijî zext, zordarî, sansur, operasyonên qirkirina siyasî yên beriya hilbijartinê û dek û dolabên di dema dengdanê de hatin kirin, gelê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hêviya xwe parast û çû ser sindoqan.

Li gorî encamên ne fermî, stratejiya HDP'ê û feraseta hilbijêran li hev hat. Tevî ku HDP'ê li bajarên Şirnex, Dersim, Riha nekarî konsepta taybet a bi zora leşkerî hate meşandin ji holê rake jî, 'rejîma qeyûm' bi zelalî têk bir, li bajarên diyarker ên Tirkiyeyê jî dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê anî.

Bi biryarnameya di hukmê qanûnan de 11'ê Îlona 2016'an 95 şaredariyên DBP'yî, ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin, 10 jê yên bajaran, 63 navçe û 22 bajarok bûn, bi rêya qeyûman ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatin desteserkirin.

Bi destê qeyûman hiqûqa mêtingeriyê li Kurdistanê hate meşandin. Aliyekî stratejiya HDP'ê dawîanîna li rejîma qeyûm bû û zêdekirina hejmara şaredariyên xwe bû. HDP'ê bi vê armancê Tifaqa Kurdistanî ava kir. Di encamê de, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, navçeyên ku qeyûm li wan hatin tayînkirin, Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn û Wanê jî di nav de HDP'ê hin şaredariyên di destê AKP, MHP'ê de jî bi dest xist. Şaredariyên li bajarên Kurdan bi giranî bi dest xist. Li bajarên mîna Şirnex û Dersimê ku bi demografiya wan hatiye lîstin û pêkanînên taybet li ser hene, HDP'ê encama dixwest bi dest nexist. Bi heman rê û rêbazê navendên Çewlik, Bedlîs û Agirî, Riha û navçeyên wê jî hatin desteserkirin.

AKP-MHP LI METROPOLAN HATIN TÊKBIRIN

Lingê duyemîn ê stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê jî, di serî de metropol li hin bajarên Tirkiyeyê têkbirina desthilatdariya AKP-MHP'ê bû. Ev stratejî û feraseta gelê Kurd ê li bajarên Tirkiyeyê bûn yek û encameke girîng bi dest xist. Li gorî encamên heta saet 24:00 ê doh bi şev, di serî de metropolên Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Antalya, Stenbol bi dehan bajar û navçeyan, namzetên ku HDP'ê piştgirî dan wan bi ser ketin. AKP'ê paytexta Tirkiye Enqereyê ku çavkaniya xwe ya bingehîn a desthilatdariya xwe ye û zêdeyî 20 sal in li serdest bû, her wiha mezintirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbol winda kir.

TÊKOŞÎN Û BERXWEDAN WÊ BIDOMIN

Ev encam du alternatîfan datîne pêşiya desthilatdariya Tirk. Dikare di konsepta şer a heyî de israr bike, lê hem berxwedana Kurdan hem jî encamên heyî nîşan didin ku ev yek ne maqûl e. Dibe ku tifaqa nava xwe û ya bi MHP, Ergenekonê re çêkiriye nema karibe bidomîne. Ya duyemîn jî; wê dest ji konsepta şer a ku xwe dispêre dijminatiya li Kurdan berde, berê xwe bide bloka Rojava û vekişe nava sînorên xwe. Ev yek jî dikare tifaqa wê belav bike, lê wê têkçûna wê nermtir bike. HDP û pêkhateyên wê jî wê pêngava berxwedanê ya Kurdan a heyî li gorî van encaman ji nû ve binirxînin û xwe ji bo serdema nû amade bikin. Êdî li pêşberî wan blokeke desthilatdariyê heye ku per û baskê wan şikestiye.