Farisogûllari: Divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari destnîşan kir ku çareserî bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re ye û xwest, tecrîd tavilê bê rakirin.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê der barê desteserkirina şaredariyan li kolana hunerê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan tevî endamên meclîsa şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn.

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari destnîşan kir ku çareserî ne Rûsya û DYE ye, çareserî Rêberê Gelê Kurd Ocalane. Farisogûllari ragihand ku divê bi Ocalan re diyalog bê kirin û got, "Divê tecrîd tavilê bê rakirin û deriyên Îmraliyê bên vekirin. Pêwîste polîtîkayên şer bi dawî bibin."