Ew ê gelên Silêmaniyeyê jî ji bo Efrînê bimeşin

Gelê Silêmaniyeyê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê ew ê sibê meşekê li dar bixe.

Gelê Silêmaniyeyê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê ew ê sibê meşekê li dar bixe. Bi pêşengiya Tevgera Azadî, RJAK, Komeleya Gencanî Welatparêz, Eniya Demokrasiya Gel ew ê li Kolana Saholeke ya Silêmaniyeyê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê were protestokirin.

Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku ew ê meş sibê saet di 15’an dest pê bike û gelê Silêmaniyê jî tê de banga tevlêbûnê li hemû gelên Başûrê Kurdistanê kir.