DOSYA III

Ew bûn find û ronî

Sirûda ku Ferzad, Şêrîn, Ferhad û Elî dema ber bi sêdareyê ve diçûn, bi dengekî bilind û baweriyeke mezin distrandin, dawiya pêvajoyeke dirêj a bêdengî û bindestiyê bû. 

Welatê Îranê girtîgeheke mezin e ku her hemwelatiyek neçare tê de bijî. Mela û rûhaniyên dewletê ji bo parastina kela zilm û zordariyê, hêvî, coş, ken, xeyal, wate, lêger, deng û livandineke herî biçûk jî dijmin e û bi vê xwînê hebûna xwe didomînin. Heya kêfxweşî û şahiyeke herî biçûk jî wan har dike. Tehemûla wan ji kena zarokan re jî nema ye. Ji xwe ger tu jin bî, li Îranê dardekirina hest, maf û xwestekên te, beriya ku tu bê dinyayê pêk tê. 

Di Îranê de pirsgirêkên weke fuhuş, bikaranîna madeyên hişbir (narkotîk), bêkarî, qaçaqçîtî, xwekuştin û xweşewitandin,  her yek ji van pirsgirêkên girîng in ku nehatine û nayên çareserkirin. Qeyrana ku civak ji ber sînor û êrîşên zêde tê de ye, her tim dibe sedem teqînên xirab û hilweşîn çêbibin. Ango takekes û civakbûn di nava aloziyeke giran de ye. Ji xwe bênasnemebûyîn, asîmîlasyon bandora herî neyînî afirandî ye, bi vê re girêdayî di bin hîmê ‘îslam û Şîe’ya yek-reng de’ reng, ziman, netew, gel, eşîr, ol, mezheb, çand û etnîkên cuda nema dikarin azad û zindî bijîn. Her tevgereke azadîxwaz ji awirên pawanê (gardiyan) girtîgeha Îranê bi veşartî xebat dikin. Nebe bi wan bihesin, wê demê bi tewana siyasî û karên dij-rejîmê, wê bi sizayên herî giran re bêne darizandin. 

Li dera hêvî vedimirin, baskên xeyalan dişkên, rûpelên evînê zer dibin û li ber bayê payîza xeman dikevin û diçin. Li dera dil ditevizin û giyan ji her tiştî bêzar dibe, li wir êdî azadî ber bi mirinê ve diçe. Ger mudaxele nebe wê zêde dereng neke ku tine bibe. Ew der girtîgeh e. Li wir jîn û jîndarî bêwate ye. Ev rewş li welatê Îranê berçav tê jiyîn. Ji ber gelên Îranî di bin desthilatdariya pergala komara îslamî de her diçe rengê jiyanê winda dikin. Ew erdnigariya ku bi hezarê salan ji jiyana xwezayî re malovanî kir, bi dehan şaristaniyên mezin di derguşa xwe de parast, navûdengê çand, zanist, felsefe û hûnera wê li hemû cîhanê belav bû û her tim awirên dost û dijminan li ser bû, bi hemû dewlemendî û xweşikiya xwe ve ji helbestvan û nîgarvanan re bû çavkaniya hûnerê, lê îro tenê navê wê jî têrê dike ku mirov bi tirs û fikar lê bimêzîne. Sedema vê yekê jî tenê rejîma serdest e. Ji ber di vê erdnigariyê de îro hovîtiyekî mezin pêk tînin. Weke cinawerekî ku her xweşikî û bedewiya dadiqurtîne, di vî welatî de jî rejîma desthilatdar tiştek bi navê xweşikiyê nahêle. Bi rastî jî di Îranê de jiyan di pencikên girgtîgehê de ye.

Hovîtiya pergalê herî zêde jî di girtîgehan de, di wan derên girtî de ku hemû seda û aheng hatine bêdengkirin, tê bihîstin. Îran di girtîgehên xwe de eba û şaşika Îslamiyetê jî datîne kêlekekê û dirindehiya xwe eşkere nîşan dide. Bêhna rizîn û genîbûyîna pergalê herî zêde jî li girtîgehan bilind dibe. Dîwarên bi çîmentoyan rapêçandî, şibakeyên nerdekirî û hewadarkirinên têlkirî nikarê vê rastiyê veşêre. 

Di Îranê de her sal bi dehan ciwan, jin û zarok têne dardekirin, recimkirin, an jî mehkumî sizayên herî giran dibin, lê her diçe asta tewan û xirabkariyan zêde dibe. Sedema vê ya bingehîn bêguman nexweşiyên civakî ne û mîkroba ku vê nexweşiyê çêdike jî pergal bi xwe ye. Di girtîgeha mezin a Îranê de her dil, hest û ramana ku li ber xwe nede û ji kiryarên dewletê re serî bitewîne girtî ye. 

Di Îranê de ger miorv mafê wekhev yê di navber jin-zilam daxwaz bike ji destpêkê ve dijîtiya qanûnan dike, kufir dike û pêwîste bi şêweyeke hişk were darizandin. Ger mirov daxwaziya mafên neteweyî an jî olî bike, dijîtiya xwedê dike û ji ber ewlehiya netewî xistiye jêr xeteriyê, tenê 'mirin' dikare vê guneha mezin pak bike. di dawiyê de jî dê tewanbar di tarîtiyê de çal bikin. wê mezareke wî/wê tine be.

Li welatekê ku bêhna maf û mirovahiyê nema ye, li wî cihî û tirs, kîn û zordarî havêna desthilatdariya wê be, li cihê ku jinbûn, kurdbûn, parêzvanê mafên sivîl kirin, karger an jî bêtewanbûn, heta mirovbûn jî tewan e, yan mirov divê serî li ber teslîmîyetê bitewîne, ya divê welatê bav û kalan biterikîne yan jî divê ji bo her gotina ku dike buhayeke pir mezin bide. 

Pêşengên gelê Kurd şervanên azadiyê bi feraseta ku jiyan bi berxwedanê hêşîn dibe li dijî polîtîkayên Rejîma Îranê li zîndanê jî ala têkoşînê bilind kirin. Ev bi xwe rûpelek nû di dîroka têkoşîna azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji ber li cihên bindestî û zilm zêde be, di heman cihî de azadî bi israr mezin şîn dibe. Rojhilat welatê agir û rojê ye. Meskenê Mezda, Mîtra û Zerdeştan. Warê berxwedanî û şerê azadiyê. Niştecihên Rojhilat bi hilhatina rojê dest bi jiyanê kirine, ji tîrêjên rojê vexwarine û bi roniya wê xwe şuştine. Lewma zarokên vê axê siyasetên rejîma Îranê yên tinekirin û bindestiyê nepejirandin. Bi buhayê canê xwe be jî nehiştin ateşgeh bitefin. Ew bûn find û di rêya Mezlûm û Ferhad Kurtay de meşiyan. Di şevetariyê de wek stêrkan geşbûn. Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekilî, Elî Haydariyan, ji hêla rejîma faşîst a Îranê ve di 9 Gulana sala 2010’an li girtîgeha Êvînê hatin darvekirin. Bêguman teslîmnebûn, berxwedanî û baweriya wan a bilind di tevahiya cîhanê de deng veda û Wan sînorê mirinê derbas kirin bûn parçeyek ji nirxên gelê xwe. 

Berxwedaniya hevrêyên li girtîgehên Îranê, darvekirina Wan jî werçerxeke di vê dîrokê de ye. Çawa ku bi şehadeta hevrê Mezlûm Dogan re ew perdeyên reş li ser girtîgehê û paşê jî li ser pêvajoyekê hate rakirin, çawa ku agirê dilê çaran hemû qirêjî û tirs di nav xwe de şewitand, sirûda ku Ferzad, Şêrîn, Ferhad û Elî dema ber bi sêdareyê ve diçûn, bi dengekî bilind û baweriyeke mezin distrandin, dawiya pêvajoyeke dirêj ya bêdengî û bindestiyê bû. Piştî terorkirina Qasimlo û Şerefkendî, tevgerên li Rojhilat ji pir hêlan ve ji hêz ketibûn û endamên van tevgeran piranî li derveyî welat diman. Lê fedakarî û wêrekiya mezin ya van şoreşgeran bangeke nû ji bo gelê Kurd û şervanên wê bû ku li qadên herî germ û zor bikaribin têkoşînê bikin û ya girîng jî xwedî lê derkevin. 

Ferzad mamosteyê ku bi hevokên bejin-kin û zimanê sade hemû hestên dilê xwe tîne ziman. Wek ku têlên kemanê lê dide û teqaz mirov li ber melodiya hest û ramanên wî bandor dibe her kesek bi bihîstina xeyalên wî yên xweşik ber bi cihekê ve difire. 

Şêrîn bi wî dilê xwe yê ciwan û mezin ji Makû heya Ûrmiye, Sine, Kirmanşah û heta girtîgeha Êvînê her der kire sewdasera xwe, herkes li ber mezinahiya wê bejna xwe tewand. Wê şopdariya Leyla Qasim kiribû. Ferhad bavê du zarokan, welatparêzê ku her der dixwest bike cihê cenga li beramberî dagirkeriyê. Elî kureke çiyayî bû. Wî li çiya dîtibû ku tiştên xweşik bi ked û bedelên mezin tê bidestxistin. Ji ber vê dema rastê îşkenceyên herî giran jî dihat, xwe ji bo yên hîna zehmetir û biêştir amade dikir.

Têkoşîna van hevrêyanwê rêya me her dayîm geş bike. Ew ê ji bo hemû zarokên vê axê bibin rênîşandar û rêzan.