Evren têk çû, Erdogan jî wê têk biçe

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê ku faşîzma Evren têk bir, wê faşîzma Erdogan jî têk bibe.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera 35. a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an de bal kişandin ser ruhê berxwedanê û mîrateya li dû xwe hiştiye. Gerîlayan diyar kirin, berxwedana îro dewama 14'ê Tîrmehê ye û destnîşan kirin, ku ji ber vê yekê wê gelê Kurdistanê bi ser bikeve.

Gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, bi wesîleya 35. salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji ANF'ê re axivîn.

MÎRATEYA BERXWEDANÊ

ALÎŞER VARTO: Ruhê ku bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê afirî, vîn û sekna hate nîşandan mezinahiya xwe nîşan dide. Bûyerên ku il zindanê qewimîn, di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK'ê de hewldana ji bo teslîmgirtina tevahiya civakê bû. Ji xwe îdeolojîk, felsefe û ruhê Rêber Apo, hêza wî ya bandorê li civakê dike, dijmin tirsandibû. Dijmin jî hewl dida li zindanê vî ruhî, vê nêrîn û îdeolojiyê teslîm bigire. Lê belê ruhê ku Rêber Apo afirand, di şexsê kadroyên pêşeng de li zindanê geş dibû. Tevî hemû hewldanên tasfiyekar û nokeriyê yên dijmin, kadroyên pêşeng ên PKK'ê teslîmiyet qebûl nekirin. Weke ku şehîdê me yê mezin Mazlûm Dogan dibêje; xiyanet mirovan teslîm dike, berxwedan jî mirovan bi ser dixîne.

Rastiya îro jî ev e; Çavkaniya destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê Berxwedana 14'ê Tîrmehê û ruhê vê mîrateya berxwedanê ye.

HÎNÎ SERÎNETEWANDINÊ KIRIN

AVAŞÎN CÛDÎ: Şehîdên 14'ê Tîrmehê em hîn kirin ku serî netewînin. PKK'yî ti carî serê xwe natewînin. Dijmin îro hewl dide ji aliyê berevajî ve propagandayê bike, lê belê ev yek her tim di şexsê PKK'yiyan de hatiye pûçkirin. Şoreşa Rojava mînaka herî mezin a vê yekê ye. Divê her kes zanibe ku berxwedana me ya îro dewama 14'ê Tîrmehê ye. Ji ber vê yekê yê bi ser bikevin, em in.

SEKNA WAN A ŞOREŞGERÎ, MÎRATE YE

BINEVŞ AGAL: Li hemberî nêzîkatiyên dermirovahiyê, bi canê xwe li ber xwe dan. Piştî ku Mazlûm Dogan canê xwe da ber agir, Mehmet Hayrî Dûrmûş dibêje, 'Diviya bû me ev çalakî bikira'. Nîqaşên gelekî dirêj nayê kirin, ji ber ku ji xwe heval Rêbertî fêhm dikin û di dema rast de biryarê didin. Yekser dest bi çalakiyê dikin. Bi çalakiya xwe mohra xwe li dîrokê didin. ya rast ne 'rojiya mirinê' ye, ew ji bo 'jiyanê' ye. Ji ber ku ya li zindanê dihate kirin, heqareta li rûmeta mirovahiyê û jiyanê bû. Tevî van hemûyan jî M. Hayrî Dûrmûş dibêje, 'li ser kevirê gora min binivîsînin, ku weke deyndarê gelê xwe çû ye'. Ev bi tena serê xwe her tiştî vedibêje. Ev sekn sekna rasteqîn a şoreşgeran e, sekna PKK'yiyan e.

EW RUH ÎRO LI HER DERÊ YE

KAMÛRAN ROJHAT: Dewleta Tirk di şexsê kadroyên pêşeng de hewl da PKK'ê teslîm bigire. Lê belê heval bi vîn û dilsoziya xwe, veguherîn nîşaneya ruhê berxwedanê yê PKK'ê. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji zindanê derket û xwe gihand bi mîlyonan mirovî. Tevî hovîtiya dijmin jî nekarîn kadroyên pêşeng ên PKK'ê teslîm bigirin û nekarî vîna wan bişikîne. Berevajî, vîna dewletê li pêşberî PKK'ê şikest. Çawa ku beriya 35 salan digotin, 'em ê biqedînin' îro jî heman gotinê dubare dikin. Ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê, îro êdî li her cihî ye. Em dilsozê şiyara Kemal Pîr in ku digot, 'Em ji jiyanê gelekî hez dikin ku dikarin di oxira wê de bimirin' û bi vê şiyarê şer dikin. Ruhê 14'ê Tîrmehê îro ne tenê li Amedê, li tevahiya Kurdistanê dijî.

HÎNÎ DIJMIN JÎ HATE KIRIN

SERHILDAN MÛRAT: Di Berxwedana 14'ê Tîrmehê de dijmin hîn bû ku PKK'yî serî natewînin. Ruhê ku îro li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide, ev e. Gerîla bi mîrateya Kemal Pîr û M. Hayrî Dûrmûş rabûne. Çawa ku nekarîn ev heval teslîm bigirin, îro jî wê nikaribin yên li ser şopa wan teslîm bigirin. Bila dost û dijmin her kes bi vê zanibe; Ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê wê faşîzma AKP'ê têk bibe.

EW RUH LI SÛR Û CIZÎRÊ BÛ

SERXWEBÛN ARGEŞ: Hevalên Rêber Apo, li dijî teslîmiyetê ji bo gelê Kurd xwe feda kirin. Bi ti awayî teslîmiyet qebûl nekirin. Ev ruh li bajar û çiyê hê dijî. Bi taybetî ev li Sûr û Cizîrê hate dîtin. Gelê me û şehîdên me yên leheng nîşanî dost û dijmin da ku ruhê 14'ê Tîrmehê dewam dike. Ruhê 14'ê Tîrmehê baweriyê dide gelê me, dostên me û herkesên bi me re. Çalakiyên fedayî yên hevalên me ispat dikin ku ruhê 14'ê Tîrmehê hê jî dijî.