Ev du roj in li Şaredariya Bazîdê lêgerîn tê kirin
Lêgerîna ku piştî serdegirtina polîsan li Şaredariya Bazîdê dest pê kir, ev du roj in dewam dike.
Lêgerîna ku piştî serdegirtina polîsan li Şaredariya Bazîdê dest pê kir, ev du roj in dewam dike.
Polîsên Tirk ên duh avêtin ser Şaredariya Navçeya Bazîdê ya Agirî, ji duh ve li nava avahiyê lêgerînê dikin. Xebatkarên Şaredariyê xwestin danê sibehê dest bi karê xwe bikin, lê polîsên Tirk nehiştin xebatkar bikevin hundirê avahiyê. Polîsan bi hinceta "lêgerîn dewam dike" xebatkar hemû vegerandin.
13 kesên duh danê sibehê hatin binçavkirin, ku Hevşaredar Delal Tekdemîr û Mûrat Rohat Ozbay jî di nav de ne, li Qereqola Polîsan a Ûlûyol a Bazîdê ne.
Li navçeya Dutax a Agiriyê jî, di encama operasyonekê de Hevşaredarê Navçeyê yê li şûna wî qeyûm hat bicihkirin Firat Ozturk jî di nav de 10 kes hatin binçavirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê.
Lêgerîna li 3 kesên ku di dema serdegirtinan de ne li malê bûn, dewam dike.