Ev der Heftanînê, cih ji dagirkeran re nîn!

Gerîla li dijî mêtinger û dagirkeran li Heftanînê mohra xwe li berxwedaneke dîrokî didin. Li gel her cure teknîk û çeka pêşketî jî artêşa Tirk derbên giran dixwe, windahiyên xwe ji gelê Tirkiyê vedişêre.

Dagirkeriya dîktatoriya AKP'ê ya faşîstên polîtîk, mêtinger ên li ser Başûrê Kurdistanê û êrîşên qirkirina Kurdan didomin. Berxwedana dîrokî ya Heftanînê  serkeftina mezin a gerîlayan û pratîka çalakger ku rê nadin artêşa Tirk a faşîst datîne holê. Tê zanîn êrîşên dewleta Tirk a faşîst, mêtinger ji 1983'an ve bi hinceta PKK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Her wiha tê zanîn dewleta burjuva ya dewleta Tirk a mêtinger armanca xwe ne qelskirina PKK'ê lê jiholêrakirina wê weke stratejî daniye ber xwe û ji 7'ê Hezîrana 2015'an hilbijartinê ve şer dikare ji her alî ve û didome. Lê yên ku dibêjin armanc êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a mêtingeriya faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê tenê bi armanca şikandina hêza azadiya Kurd, tasfiyekirina wê ye xafil in.

Mêtingerî hebûna netewî ya gelê me yê Kurd înkar dike, çanda wê tine dihesibîne, bi derfetên emperyalîst û nokeran dixwaze vîna azadiyê bişkîne, rêxistina berxwedêr a pêşeng PKK'ê tasfiye bike. Bi DYE û Rûsyayê, Iraq û Îranê, bi rêveberiya herêmî ya Kurdistanê, bi Israîl û Sûriyê re bi têkiliyên xef her cure bazaran dike. Li dijî gelê me yê Kurd bi peymanên gemarî, keysperest, îmha û asîmîlasyonê dixwze temenê xwe dirêj bike.

Ên ku Kurdistan kirin çar parçe û mêtingeriyê li ser dikin ji bo ku destkeftiyên Kurdan ên bi berdêlên mezin bi dest ve anîne tine bikin li eynî refan a xwe kirine yek. Duh ên ku rê dabin dagirkirina Rojava ya bi destê dewleta faşîst a Tirk a burjuva îro rê dane dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk bi daxwaza ku Kerkûk û Mûsilê tevlî nav sînorên Mîsak-Î Millî bike dixwaze dagirkeriyê mayinde bike. Dixwazin nehêlin ku gelê Kurdistanê yên çar parçeyan piştevanê hev bin, naxwazin rihê yekîtiya netewî zindî bibe. Ji ber vê êrîşa li ser Heftanînê êrîşa li ser yekîtiya netewî ya Kurd, êrîşa li ser azadîya wê, dahatiya wê û hemû destkeftiyên wê ye. Êrîşa li ser Heftanînê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji xwe re dike armanc. Ev êrîş ne tenê li ser PKK'ê, gerîla ne. Bi Kurd, Sûryan, Asûr, êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye.

QEDERA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR GIRÊDAYÎ HEV E

Ên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Heftanînê bêdeng dimînin, ên ku rê dane dagirkirina Başûrê Kurdsitanê her wiha dixwazin şoreşa me ya demokratîk, gelparêz û wekheviya jinan a Rojavayê Kurdsitanê bifetisînin. Astenha herî mezin a li pêşiya dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya bi destê dewleta Tirk, heza berxwedêr PKK ye. Dagirbûna Başûrê Kurdistanê bi têkçûna PKK'ê ve têkildar e. Hemû hêzên polîtîk ên Başûrê Kurdistanê divê vê rastiyê bibînin. Nexasim Rêveberiya Başûrê Kurdistanê  divê dev ji vê xeta hevkariya bi dewleta Tirk a mêtinger û Hikûmeta AKP-MHP'ê berdin.

Divê neyê jibîrkirin ku pirsa azadiya netewî ya Kurdistanê ji her demê bêhtir bûye pirseke herêmî û navnetewî, qedera Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat ji her demê bêhtir girêdayî hev in. Tevgera azadiya Kurd ku ev dîtî û li gorî vê tevgeriyayî, polîtîka danî û şerê vê dike, ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve bûye hedef. Dewleta Tirk ku Başûrê Kurdsitanê kirî bin nîrê xwe, rejîmên mêtinger, paşverû, despotîk ên Iraq, Îran û Sûriyê li gorî rewşa konjonkturî li ser gelek hêlan her çendî bi fikrên cuda bin jî li ser tinekirina destkeftiyên Kurdan û ji bo ku nebin xwedî statû weke aqilê yek dewletê tevdigerin, hin partî û pêkhateyên li Kurdsitanê jî li çar parçeyên Kurdistanê biryardar xuya dikin ku xeta noker, îxanetê bidomînin.

Ên ku li bara êrîşên dewleta burjuva ya Tirk ên li ser Heftanînê bêdeng in xwe ker û kor û lal dikin lê divê ji bîr nekin ku wê dor were ser wan jî. Ji ber ku di serweriya dewleta mêtinger de sînorê dagirkirinê, zilmÊ tine. Dewleta Tirk a mêtinger ku tecawizî li jinên Kurd dike, xort û yixtiyarên Kurd dikuje, xaka ku dagir kirî talan dike, dişewitîne, hildiweşîne, daristanan bome dike, dijminê zarokê Kurd ê di pêçeke de ye, dijminê nasnameya netewî ya Kurd e, dijminê wan Kurdan ku rûmeta xwe diparêzin û ti caran nabe dostê Kurdan.

GELÊN TIRKIYÊ DIVÊ DIJÎ QIRKIRINA LI SER KURDAN RABIN

Gerîlayên Kurd li dijî mêtinger, hêzên dagirker li Heftanînê mohra xwe li berxwedaneke dîrokî dane. Li gel her cure hêza teknîk û çekan jî derbên giran li artêşa Tirk dide, windahiyên xwe ji gelê Tirkiyê vedişêre. Artêşa Tirk a burjuva a mêtinger ku li bara gerîla bêgav mayî, gundên Başûrê Kurdistanê bombe dike, Kurdan sivîl dikuje. Ji dewleta Tirk ku ne xwedî ti sincê mirovî ye mirov li hêviya tiştekî dî be ev ê şaş be.

Her guleya bi ser gerîlayên Kurd de, her êşkence, tecawiza li ser jina Kurd, her bombeya bi ser çiyayên Kurdistanê de, şewitandina daristanan li gelên Tirkiyê zêdetir dizivire, wê bizîvire. Divê bibînin polîtîkaya îmha û înkarê ya dewleta faşîst a mêtinger a li ser gelê Kurd, wê bibe sedem ku gelên Tirkiyê zêdetir kedxwarî li wan were kirin, hejar bibin û di ber berjewendiya serweran de zaroyên wan werin kuştin.

Gelên Tirkiyê dijî li dijî şerê mêtinger û qirker ên li ser gelê Kurd rabin. Rabûna li dijî şerê li dijî gerîlayan ku li Kurdistanê rûmeta gelên me ye, her wiha şerê xwedîderketina li rûmeta gelên Tirkiyê ye . Gelê Tirkiyê divê zanibe heta ku darîkarê vî şerî ve wê zêdetir ji rûmeta xwe, azadiya xwe, camnê xwe bibe, zêdetir hejar bibe, her dem wê ji hêla faşîzmê ve were rêvebirin. Gelên Tirkiyê ji bo jiyaneke birûmet, mirovî û li ser wekheviya gelan divê piştevanê têkoşîna azadiyê û rûmetê ya gelê Kurd be. Divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a burjuva ya faşîst a mêtinger a li ser Başûr û Rojava be.

WÊ BERXWEDÊR DÎROKÊ BINIVISIN

Ne ku tê xwestin tenê Kurdan û destkeftiyên Kurdan were tinkiein, her wiha dixwazin dahata hevpar a gelên Tirkiyê û Kurdistanê jî ji holê rakin û ku bi berdêlên mezin bi dest ve anîne. Ji ber vê jî ji bo ku li dijî polîtîkayên dewleta mêtinger rawestin divê têkoşînê li her qadê geş bikin. Divê prîmê nedin nîjatperestî, milliyetgirî û faşîstên netewî. Berevajî wê bibin hevkarên komkujî û sûcên dijî mirovî yên li ser Kurdan.

Gelên Tirkiyê divê li cem gelê Kurd, şoreşger û sosyalîst bin û nebin hevkarê vî sûcî. Çi partî û rêxistinên ku ji xwe re dibêje demokrat e, antîfaşîst ,pêşverû ye, alîgirê mafê mirovan e, şoreşger e, li dijî desthilata AKP-MHP'ê ya mêtinger, dagirker, faşîst, qirker, tecawizkar, li dijî polîtîkayên wê yên şer rabe.

Weke duh îro jî berxwedêr wê dîrokê binivîsin û dîrok ti caran berxwedêran ji bîr neke. Em bi şehîdên wê, bi canê wê, bi berxwedana bi berdêl, berxwedêr, şervan û fermandarên Heftanînê slav dikin.

(*) Komîteya Rêveber a HBDH'yê