'Ev der êdî warê berxwedanê ye, ne cihê fermanê ye'

Konê berxwedanê yê li Şengalê 100 roj li pey xwe hişt. Mam Xidir dibêje, "Me bi îradeya xwe, DAÎŞ ji Şengalê derxist, em ê vê derê biparêzin. Eger bivê, ez ê li refên pêş ên berxwedanê bim."

Çalakiya konê berxwedanê ya li Şengalê 100 roj li pey xwe hişt. Şengalî zêdeyî 3 meh in her roj vê çalakiyê li dar dixin û bi vî rengî xaka ku lê ji dayik bûne, lê mezin bûne, lê dijîn û dixwazin lê bijîn, diparêzin.

Heta niha herî kêm 74 ferman bi serê Şengaliyan ve hatiye. Êşa her yekê ji ya beriya xwe qat bi qat zêde bû. Ji bo Şengaliyan her ferman gelekî giran bû. Li vê xakê mêzînek nîne ku giraniya fermanan biwezîne. Êş veguherî hêrsê, hêrs jî bû berxwedan...

Em li binê konê berxwedanê ne ku li Navenda Asayîşa Êzidxanê ya li Şengalê hatiye vedan. Konê berxwedanê doh bû qada civîneke awarte. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser zextên Bexdayê civiya. Di vê civînê de ku li çapemeniyê girtî pêk hat, nîqaşa bala min kişand û ber bi dawiyê ve me xwe nêzî kon kirin.

Nîqaşên berfireh tên kirin û biryar tên wergirtin. Di vê civînê de gelek biryar tên wergirtin, ji bo berxwedan bê mezinkirin.

Dest hemû li hewa ye. Di nîqaşan de jî wiha tê gotin, "Em ê dest ji Şengalê bernedin, me ferman ji bîr nekir, Iraqê em neparast, PDK'ê em neparast, yên ku doh em neparastin îro nikarin me biparêzin. Kes nikare asayîşa me ji destê me bigirin. Em lihevkirina Bexda-Hewlêrê nas nakin."

Ji beşdarên civînê Mam Xidir li gel nîqaşan û biryarên hatin wergirtin bi hêrs derdikeve. Piştî ewqas tiştên bi serê wî ve hat, nikare qebûl bike ku destketiyên gelê Şengalê ji wan bên standin.

Bi vê gotinê nerazîbûna xwe nîşan dide, "Min heft zarokên xwe da vê têkoşînê. Me bi îradeya xwe, bi hêza xwe, DAÎŞ ji Şengalê derxist, em ê vê derê biparêzin. Ne hêzên Bexdayê ne jî yên Hewlêrê nikarin bên vê derê. Eger bivê, ez ê li refên herî pêş ên berxwedanê bim."

Mam Xidir ji bajarokê Tilizêr e, ku sala 2007'an bi qemyonekê komkujî lê hatibû kirin, zêdeyî 400 mirov lê hatibûn qetilkirin û hîn birînên wê nekewiya bû di sala 2014'an de vê carê çeteyên DAÎŞ'ê êriş bir ser û dest bi qirgkirinê kir.

Mam Xidir bi bîr dixîne ku sala 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, 12 siwariyan, 12 gerîlayên leheng ên wêrek li ber xwe dan û dibêje, "Bi vî rengî hêzên ku li ser DAÎŞ'ê hesab kiribûn, daxwaza wan di ber wan de ma."

Mam Xidir destnîşan dike ku xelkê Şengalê cara yekê çarenûsa xwe ji destê hêzên ferman dinivîsandin derxistin û diyar dike ku wê berxwedana xwe dewam bikin.