Esnafên Amedê: Em nikarin kirê û fatûreyan jî bidin

Esnafên Amedê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şaş yên dewletê krîza aborî her ku diçe kûr dibe û gotin: "Dahata me tineye, lê lêçûnên me pir zêde ne. Êdî çerx nazîvire û li welat aborî nema ye."

Lîreyê Tirk li pêşberî Dolar û Euro roj bi roj bêqîmet dibe. Ev yek krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê girantir dike û buhayê her tiştî zêde dike. Esnafên ku êdî nikarin heqê fatûreyên ceryan û avê bidin hindik maye dikanên xwe bigirin. Esnafên Amedê jî nesîb ji vê krîzê girtine û gotin, êdî çerxa wan nazîvire.

‘HER DIÇE XIRAB DIBE’

Esanfê bi navê Harun Harma ê ku 7 sal e li ser rêya Melîk Ehmedê karê çay û nanê qemirî  (tost) dike, anî ziman ku êdî şert û mercên jiyanê gelek zehmet bûye û wiha axivî: “Li Tirkiye û Kurdistanê krîzek gelek mezin heye û em êdî nikarin debara mala xwe bikin. Em du kes ji malê dixebitin lê em nikarin dawiya mehê bînin. Ji serê sibê saet 5:00’an ez dest bi kar dikim heta danê êvarî saet 7:00’an ez nikarim 100 TL bibim mala xwe. Ez li vir çay û nanê qemirandî difiroşim lê êdî welatî nikarin werin çayekê jî vexwin. Êdî kargehên mezin jî hesabê çayekê dike, eger ev kargeh vî hesabî bikin wê demê em çi bikin? Rewşa me gelek nebaş e. Ez nikarim heqê ceylan, av û kirediyên xwe bidim. Ya herî girîng jî kiraya malê dernakeve. Niha 70 milyar deynê min ê ceylanê heye û ez nikarim vî deynî jî bidim. Heft sale ez divê rewşê de me. Xebatkarên ceylanê tên ceylana min dibirin û ez jî neçarim wê carek din vekim." 

‘HETA NIHA MIN KRÎZEK WIHA NEDÎTIYE’

Esnafê bi navê Mehmet Zekî Eren ê li Sûrê 36 sal e esnaftiyê dike dibêje, ji ber ku her tişt biha bûye fedî dikin fiyet ji kirîgeran re bibêjin û got: “36 sal ez esnafim û 25 sal e jî ez li vê dikanê me heta niha min ti krîzên wiha nedîtiye. Dikana min êdî heqê mesrefên xwe jî dernaxe. Krîzek kûr heye û welatî perîşan bûne. Ji ber kirîn tineye, em nikarin deynên xwe jî bidin û tiştên nû binîn dikanê. Ez gelek tengav bûme û nizanim çi bikim. Xwedayê mezin ji mere alîkar be. Bi vê dewletê gel her ku diçe hejar dibe. Ti kes destê xwe dirêjî ketiya nake. Her serê mehê ez xwe hewcedarî ciran û dostê xwe dikim. Lê piştî demek û şûnde ez nikarim wî pere jî bidim. Dolar her ku diçe bilind dibe esnaf jî êşê dikêşe. Par me rûn bi 135 TL'yan dikirî, lê niha bûye 205 Tl. Lê belê em hîn jî şîrînayiyan bi eynî fiyetî difiroşin. Dolar bûye bi ser 8 TL re ye. Zêr jî biha dibe. Fatûre jî 3-4 qat zêde bûne. Par heqê ceryanê 90-100 TL dihat, lê noha 200-210 TL tê. Gaza xwezayî jî eynî wisa. Av jî eynî wisa. Fatûreya avê par 70 TL dihat, niha 100 TL tê. Çend sale em li ber xwe didin. Lê ji niha û vir de em ê çi bikin nizanim. Wiha dom bike ez ê dikana xwe bigrim.”

‘BAZAR FELC BÛYE’

Esnafê bi navê Alî Demîr jî anî ziman ku rewşa wan ne ti rewş e û ev tişt got: “ Ji du salan zêdetire ti rewşa me nîne û em li ser lingan li ber xwe didin. Ne em dikarin tiştan bifiroşin ne jî kiryar dikarin tiştek bikirin. Bi bilindbûna dolar re bazar felc bûye. Ji ber kirîn tineye ez nikarim kiraya dikan û mala xwe bidim. Eger wiha bidome ez neçarim ku dikana xwe bigrim.”

‘BI MIROVAN RE PERE NEMAYE’


 
Esnafa jin a bi navê Şehen Yildiz jî bal kişand ser pêvajoya şewbê û wiha têkildarî rewşa dijîn axivî: “Bi pêvajoya pandemiyê re û bilindbûna dowîzê re rewşa aboriya me hîn xirabtir bû. Mirovan, berê bi 20 TL’an dikaribûn mesrefên mitbexa xwe temam bikin. Ji ber bêkariyê, berîkan mirovan valeye. Ligel mirovan pere tineye. Ev jî bandorê li karê me dike. Bêkarî pir zêde bûye. Êdî mirov nayên bazarê. Li welat aborî nemaye. Her roj rayedar derdikevin televîzyonê û dibêjin aborî başe. Lê em vîkarî dikin û baştir fêm dikin. Em baş dibinin ku aborî di çi rewşî de ye. Rastî pir cûdaye. Yên di nava vî karî de cih nagirin, nikarin me fêm bikin.”

‘DAHAT TINEYE, LÊÇÛN PIR E’

Esnafê bi navê Hasan Dalgullu ê 25 sal e esnaftiyê dike jî anî ziman ku krîz di her alî de wan bandor dike û got: “Ji serê sibê de ez tên bazarê û amadekariya xwe dikin. Lê kar tineye. Dahat tineye, lêçûnên me pirin. Min bankayê kredî stand, lê ez nikarin deynê xwe bidim. Her tişt pir biha bûye. Pereyê min tineye. Ez nizanim ez ê çawan deynê krediya xwe bidim. Kirîn û firotin tineye. Tişên ku berî çend rojan min bi 200 TL digirt, niha bihayê wê bûye 400 TL. Ji ber polîtîkayên şaş yên dewletê em di vî rewşê de ne. Ji xwe rewşa me ne di xema ti kesê de ye. Ew ji xwe re di qesran de dirûnin, em jî li vir nikarin kirayên mala xwe û dikana xwe bidin. Ji xwe dolar bilind dibe kira jî bilind dibe. Bi kurtasî rewşa me nebaş e û êdî çerx nazivire.”