Êrîşên li ser Şengal û Rojava li Teqteqê hate protestokirin

Êrîşên li ser Şengal û Rojava li navçeya Teqteqê ya Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin.

Êrîşên li ser Şengal û Rojava li navçeya Teqteqê ya Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadî hate lidarxistin û Goran û Yekgirtû Îslamî jî piştgirî dan çalakiyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemadî diyar kir ku êrîşên li ser Şengal û Rojava li ser hemû gelê Kurd e û got: “Dema çeteyên DAIŞ’ê Şengal dagir kirin, gelo çima artêşa Tirk wê çaxê Şengal bombe nekir. PDK çima wê rojê nexuya bû û îro êrîşî gelê Êzidî dike. Dibêjin PKK li wir e. PKK ji bo ku gelê Êzidî ji qirkirinê rizgar bike hate wê derê.”

‘HETA KÎNGÊ WÊ DAGIRKERAN VEXWÎNIN?’

Piştî Hemadî berpirsê Goranê yê Teqteqê Aso Ubeyd jî got: “Li ser Başûr ev ne êrîşa pêşîn a artêşa Tirk e. Gelo ew ê heta kîngê wê dagirkeran vexwînin axa me. Heta kîngê wê diz û mafyayên Başûr van dagirkeran bînin axa me?”.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.