Êrîşên li ser Rojava û Şengalê li Daqûqê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li navçeya Daqûq a Kerkûkê bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.

Piştî meşa ku ji aliyê Tevgera Azadî ve hate organîzekirin û şûnde, li ser navê partiyan daxuyanî hatin xwendin.

Nûnerên ku li ser navê Tevgera Azadî, YNK, Hîzba Şîa (Partiya Komînîst) daxuyanî xwendin, di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê dijminê Kurdane, her wiha li çar parçeyên Kurdistanê dijminê Kurdane, bal kişandin ku êrîş hemû destkeftiyên Kurdan dike hedef.

Di daxuyaniyên êrîş hatin şermezarkirin de wiha hate gotin: “Erdogan dijminê herî mezin ê Kurdane. Li kû destkeftiyên gelê me hebe Erdogan êrîşî wir dike. Divê em hemû bi yek dengî li dijî van êrîşan derkevin. Her wiha daxuyaniya berdevkê Wezareta Pêşmergeyan li gel gel şermê, cesaretê jî dide dewleta Tirk û Erdoganê faşîst. Sûcdarkirina PKK’ê gafletekî pir mezin e. Li xwe vegerin û guh bidin daxwazên vî gelî . Em weke gelê Kurd ji we û dewleta Tirk vê dixwazin. We gelek caran êrîşên bi vî rengî lidar xistine. Lê ti encam negirtin, ji niha û şûn de jî ti encam nagire.

Bila ev baş bê zanîn ku em her tim ji bo parastina gelê xwe têkoşînê dikin. Ev ne tişteke ku em ê li Başûrê Kurdistanê bikin yan ne. Ji bo parastina nirxên gelê xwe li kû çi pêwîst bike em ê li wir bin.”