Êrîşên dewleta Tirk li Rojava tên protestokirin

Bi hezaran kes li Dêrik û Efrînê daketin kolanan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin.

DÊRIK

Bi hezaran Dêrikî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Qereçox û Şengalê protesto kirin.

Kurd, Ereb, Suryan û Keldaniyên li Dêrikê cilên neteweyî li xwe kirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li Qada Azadiyê dest bi meşê kirin.

Di meşê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî amade bûn û sloganên li dijî êrîşan hatin berzkirin.

Girseyê li Qada Şehîdan mîtîngek li dar xist. Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Hesen Koçber axivî û got ʺEv ne cara yekem e ku êrîşî Rojava dikin. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya li Sûriyê û vir ve êrîşan pêk tîne û dixwaze şoreşa azadiyê ya gelan bişikîne.ʺ

Koçber di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku Dewleta Tirk û alîgirên wê dixwazin yekîtiya gelan a ku di herêmê de pêş ketiye têk bibin, wiha domand: ʺEm di demeke dîrokî re derbas dibin. Divê di vê demê de em berxwedan û tekoşîna xwe ya siyasî û leşkerî mezintir bikin û em tedbîrên pêwîst bistînin. Berxwedana me berxwedana bi rûmet û şerefê ya hemû Rojhilata Navîn û projeya çareseriya aloziya Sûriyeyê û ya Rojhilata Navîn e.ʺ

Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal a Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm axivî û êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. El-Selûm bi bîr xist ku Dewleta Tirk careke din êrîşî dengê heqîqetê kiriye, êrîşî dengê Rojava û Dengê Şengalê kiriye û wiha got: ʺEm hatin ku gul û kulîlkan biçînin ew hatin mayîn û bombeyan li pêşiya zarokên me biçînin.”

El-Selûm di dawiya axaftina xwe de bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku zextê li Tirkiyê bidin da ku Tirkiye dawî li êrîşên xwe bîne.

Endamê Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya li kampa Newrozê, Qasim Şengalî jî axivî û êrîşên li dijî Qereçox û Şengalê şermezar kir û got ku: ʺErdogan rojên xwe yên mane, dijmêre.”

Di dawiya meşê de li ser navê Yekîtiya Rewşenbîran a Dêrikê û Oldaran daxuyanî hatin xwendin.

Girseya gel bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

EFRÎN

Sazî û konseyên li Kantona Efrînê êrîşên dewleta Tirk ên li Qereçox û Şengalê şermezar kirin.

Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê, Konseya Çandî, Yekîtiya Rewşenbîran, Konseya Ciwan û Sporê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de bomberdûmana li ser Şengal û Rojava bi tundî hatin şermezar kirin. Û bang li saziyên raya giştî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku, bila mudaxeleyî êrîşên AKP’ê bikin.