Êrîşa DAIŞ'ê ya li ser gundên rojavayê Reqayê hatin şikandin
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember şervanên Pêgava Xezeba Firat ên ku li gundê li herêma rojavayê Reqayê hatin şikandin, gelek çete hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember şervanên Pêgava Xezeba Firat ên ku li gundê li herêma rojavayê Reqayê hatin şikandin, gelek çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ′ê îro di saetên sibehê de êrîş birin ser gundên Cabera Şerqî, Cabera Xerbî, Siwêdiya biçûk û 3 gundên din ên rojavayê Reqa yên hatîn rizgarkirî . Di encama şerê navbera şervanên Odeya Çalakiyan û çeteyên DAIŞ'ê de, êrîşa çeteyan hatin şikandin, 12 çete hatin kuştin.
Her wiha wesayîtekî doçika 12.5, 2 wesayîtên zirxî yên doşka barkirî û 2 wesayîtên bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.
Piştî ku êrîşên çeteyan hatin şikandin, şervanan li wan gundan dest bi xebatên paqijkirinê kirin.